Xaltîka Fatê û çareserî

Sofî Xelef

Hûn zanin, van heyaman avêtina gavên demokratîk û qaşo çareserîya pirsa Kurd bûye mode û herkes pê serxweş bûye, bûne wek mirîşka gêj. Ji alîyek Erdogan û hikûmeta xwe pakêt makêtan û pêvajoyekê amade dikin, ji alîyê din PKK û Ocalan pakêtan û pêvajoyan amade dikin û ji alîyê din de jî her kesê ku destê wî qelem digre, pakêt, çewal û xurcikan amade dikin.

Û piranîya Kurdên xwelîliser?

Kurd jî bûne wek mirîşka serjêkirî û virde wêde li dora xwe dizîzikin, hew zanin ji kê yeqîn bikin û ji kê nekin.

Min jî wek sekreterê eşîreta Lotikxanê, yanî wek Sofî Xelef, xwest bizanim bê ka xaltîka me Fatê çi difikire, çi pêşniyazan dike û di xurcika wê de çi quzilqurt heye.

De kerem bikin û li doxînsista xaltîka xwe Fatê guhdarî bikin….

——————-

– Malêêêêêêêê, xaltîka Fatê, xaltîka Fatêêêêêêêê!

– Kuro hêdî biqîre kurê kerê, tu kiyî oxlim? Tu terorîst î, diz î, tecawizcî yî, Apocî yî, Xalocî yî, tu çi mexlûqat î qeşmer?

– Keçê ez im ez, hey topa qiyametê li nav şeqê te ketê erê welle. Ma te dengê min jî nas nekir?

– Dengê te? Kuro dengê te dişibe dengê kerê me yê şamî law, wîî!

– De here lêêêêêêê, xwedênehiştê erê welle. Ez im ez, Sofî Xelef keçê!

– Sofî Xelef? Wîîîîîîî, kuro xwedê nehişto, min got qey vê êvara xêrê El Qaîde -Mel Qaîde yan terorîstên DAÎŞê girtin ser malê ha, ma çima te telefon venekir Sofîîîîîî?

– Keçê xwedênehişta jina min telefon ji bêrîka min derxistiye û veşartiye. Xwedêgiravî ez pê telefonî keçik meçikên porzer dikim. Keçê çima hûn jin ewqasî zikreş û hesûd in lê?

– Qenc û xweş kir. Ma bilasebeb dibêjin aqlê mêrkê Kurd di serê kîrê wî de ye Sofî. Bi ellawekîl go jina te bi qûna te nîzanîba telefon ji ber te venedişart lo.

– Werhasil lê, ez ji bo tiştekî xêrê hatime cem te. Xwendevanan bêrîya nivîsên te kiriye. Dibêjin yan wê xaltîka Fatê binivîse û yan jî em hew dikevin Lotikxanê.

– Hema neketinê ji pirça nav şeqê min ve. Ma law go nekevin Lotikxanê wê têkevin kîjan qulê? Êêêêêê, ka bêje bê derdê te çiye qulpiz!

– Ez dixwazim li ser pêvajoya îro, avêtina gavên demokratîk, naveroka pakêt û pêvajoya Erdogan û başqan hevpeyvînekê bi te re bikim. Kurd dibêjin heta em naveroka pakêta xaltîka xwe Fatê nebînin, em tu pakêt û pêvajoyan venakin û qebûl nakin ha.

– Na lo, êêêêêêê!?

– Ma em dest bi hevpeyvînê bikin?

– Ka bise ez destnimêja xwe bigrim, fitara xwe vekim, yasîn û fatîhayekê bixwînim û emê dest bi lotikan bikin.

– Peeekkkkkk, heçê nizanibe wê bêje qey xaltîka Fatê serê xwe ji nimêjê ranake. Keçê tu û fitar û fatîhe?

– Kuro kurê kerê, ma temamê sofî û hecîyên vî zemanî ne wilo dikin qeûmer. Ma ne wilo be emê çilo bêaqilên mîna te bixapînim heyatim.

– Axir lê, here xwe helal bike û were em dest pê bikin.

– Dest bi çi bikin qûneko, wilo lastîkî neaxive. Îcar here xwe helal bike û were em dest pê bikin kuro!

– Ne bi wê maneyê lêêêêêê, tu jî derzîyê dikî ûûjin ha.

– Kuro ma ne min gava din go aqlê Kurdan di serê kîrê wan deye bêaqil. Wê niha bêjin qey Sofî Xelef û Xaltîka Fatê dek û dolaban digerînin. Nizanin go tirr di qûna Sofî Xelef de nemaye..

– Tirr di qûna min de nemaye? Tew tew tew…..Keçê çavê min lêye ez hîna jina 12an jî bînim, ihiii, de îcar yabo!

– Aha va ez hatim….Em ji ku dest pê bikin?

– Hema em ji pêvajoyê dest pê bikin. Li gora te pêvaoya îro pêvajoyek çawa ye?

– Pêvajoya îro? Pêvajoya îro wek otobana çarşerît e. Herkesî trimbêlek kirîye û li ser 180 kîlometro dajo.

– Hema wilo?

– Erê lo, ma wekî din heye Sofî. Pêvajoya doh şerîtek rê bû. Herkesî cîh li hev teng dikir û qûn li hev diqetand. Lê îro rê fireh û xweş bûne, herkes di şerîta xwe de li qorna trimbêla xwe dixe û daxwazên xwe dibêje. Lê ez difikirim ka wê ker û bergîl di kîjan şerîtê re herin ha!

– Ker û bergîl!?

– Erê lo, ker û bergîlên mîna te lo. Ê law Erdogan şerîtek ji xwe re girtiye, MÎT û artêşê şerîtek girtine, başqanê Îmralî şerîtek girtiye, Bahçelî û Qiliçdaroxlî jî şerîtek girtine. Îcar wê kerên mîna te di kîjan şerîtê re bimeşin yabo?

– Ooooooo xaltîka Fatê, yaw ev gotinên te wek xincerên soranî ne ha, piştî vî emrî va te ez kirim ker jî lê.

– Ma piştî vî emrî tu nabi Alaîn Delon û Brad Pîtt. Yan tuyê bibî kerekî wek kerên Ergenekonê û yan jî dehşikek wek dehşikên nav garanê.

– Axir, ka dev ji ker û bergîlan berde, gelo di pakêt û pêvajoya Erdogan û başqan de çi heye? Wê gav bên avêtin neyên avêtin, wê herdu alî lotikên çawa bavêjin?

– Law Sofî, ji ber ez gundî me, ez ji pakêt û pêvajoyan fêhm nakim. Di Kurmancîya gewrik de me digot: “Di xurcika te de çi heye”. Îcar a baş em navê vê pakêta qûnek bikin “xurcik” ji bo tam têde hebe.

– Temam, di xurcika wan de çi quzilqurt heye?

– Ya Sofî, weyla te nav şeqê jina xwe alasto. Serê dêr bi gû ye û binê dêr bi gû ye. Hema tu bi kîjan alî bigrî wê bi te ve bizeliqe.

– Yanî 404 a Japonî ye.

– Erê kuro, bernade wî. Ji bo ku Kasimpaşalî Receb rojek zûtir bibe padîşahê Rojhilata Navîn, dixwaze hinek lotik û zîtirkên nermik bavêje. Lê generalên ser û pozmezin wek melkemot li ser serê wî sekinîne û ha ha rê û nexşerêyan jêre dineqişînin. Halîhazir di xurcika Erdogan de tu gûyekî xweş tuneye. Bêhna rîxê ji xurcika wî difûre. Xuyaye generalan xurcika wî vala kirine û çend tepik, sergîn û pişkulên kîroşkan xistine xurcika wî.

– Waaaaaa, êêêêê!

– Îcar niha dixwazin wan pişkulên kîroşkan bidin Kurdan û destê xwe nedin tepik û sergînan.

– Hella hellaaaaaa!

– Hella hella û quzilqurt! Ma ez derewan dikim qeşmero!

– Êêêêê, wekî din? Û xurcika başqan?

– Ka ez qehwa xwe vexwim û li falê binerim piştre.

– Ohooooo, naxwe tu li gor fala qereçîyê pêşerojê dinirxînî bavo.

– Erê wey. Ez her tiştî di fincanê de dibînim. Meselen ez karim di fincanê de bibînim bê çend mû bi qûna te ve ne…

– Errrreekkkkk, ma çawa çêbû gidî…

– Werhasil, va fincana min dibêje xurcika başqan vala ye.

– Çawa dibe yaw, digotin xurcika wî mişt û tijeye bavo.

– Na bi serê te. Ne mewîj tê de hene û ne jî gwîz û benî. Dibe ku generalên Îmralîyê xurcik vala kiribin û dizîbin. Xuyaye wê mewîjên zer û xweş jê bineqînin û yên xerabe dîsa têxin xurcika başqan û bidin Kurdan.

– Ê de ka naxwe behsa xurcika xwe bike. Çi di xurcika de te heye?

– Xurcika min? Hohooooooo, ma çi têde tune. Ji otonomîyê bigre heta bi serxwebûna mirîşkan jî heye. Xurcika etara ye lo.

– Êêêêêêêêêê!

– Meselen tu di şûna Erdogan de bûya, tenê ji bo demokrasîya Tirkiyê çi gav bavêtina?

– Minê çi gav bavêtina? Berî her tiştî minê sînorek bikşanda navbera Kurd û Tirkan. Minê xetek sor ji bajarê Edenê bikşanda heta bi bajarê Meletê û ji wir jî bikşanda Ezerom û sînorê Ermenistanê. Minê ji Kurdan re bigota:”Aha welatê we ji we re min di we kirino, êdî bela xwe ji me vekin” û mesele xilas dibû. Ne şer dima û ne jî pevçûn.

– Yanî tu dibê bila Kurd doza Kurdistanek serbixwe bikin?

– Ê helbet qeşmer. Ma heta Kurd doza Kurdistanek serbixwe nekin, Tirk otonomî û federasyonê didin wan kurê kerê. Tiştên mezin bixwaze ku tu tiştên piçûk bi dest xî. Lê Kurdên me çi xwelîyê li serê xwe dikin? Tiştên piçûk dixwazin. Ê helbet wê Tirk jî tiştên piçûkê piçûkan bidin wan. Lê heta wan jî bidin, wê qûnê li wan biqetînin.

– Ma hevaller doza Kurdistanek serbixwe nakin xaltîka Fatê?

– Belê canim. Doza serxwebûna Kurdistana Îmralîyê dikin.

– Yanî tu dibê dixwazin li Îmralîyê Kurdistanê damezrînin?

– Erê looooo… Ji xwe Îmralî berê eyaletek Împaratorîya Kurdistana mezin bû. Piştî Kurdan serê hevdu xwar û xirrê Alparslanê Tirk xistin xwe, kevir li ser kevir nema. Ew bûn mîr û em man kizîr.

– Îcar ev tev di fincana qehwê de xuya dikin ne?

– Erê kuro, fincana min wek mirêka erd û ezmên e. Ez niha zanim bê kî di ser kê de ye bi serê te.

– Wax wax waxxxx…. De axir, niha hevpeyvîna me bes e. Wa qurequr ji zikê min tê. Ezê herim malê binerim bê wê kezîkura jina min çi pelûl danîye ser êgir.

– Kuro hevalan jin li ser serê we zilaman kirine melkemot ha Sofî Xelef. Jinik pelûlê bi serê te de nerjîne kuro…

– De niha bi xatirê te xaltîka Fatê, heta carek din bimîne di nav xiyar û tirozîyên Omerya de..

– Oxira te ya Filîtê Quto be Sofîîîîîîîîîî…..

01.05.2015

About The Author