Beşaro lotikek li nav guhê PYD xist

Ebû Cengo

Li ser bextê fitne û fesadên bajarê Qamişlokê be, dibêjin xwedêgiravî navbera PDY û Beşar Esed pir xweş e û destebrakên hev in. Her çiqasî PYD vê yekê car caran înkar dike jî, lê Beşarê qirikdirêj înkar nake û bextê xwe xirab nake. Li ser bextê Beşarko be, ne li ser bextê me be..

Axir..

Beşarê qirikdirêj elelokî hevpeyvînek bi rojnameya Ingilîz The Sunday Times re kir û çend lotik û zîtirk avêtin derûdorê.

Beşarkê me şeş telaqên xwe avêtin, jina xwe ji xwe berda û got: „Jina min ji min berdayî be, ez bi serê Pûtîn û Obama kim, belge, delîl û dokument di destê me de hene ku em çek û sîlehan didin PYD, em alîkarîya PYD dikin. Bi alîkarîya artêşa Sûrîyê Kurd şerê teror û terorîstan dikin. Em ji wan re çekan dişînin ji bo ku şerê terorê bikin. Em alîkarîya wan dikin eeemmmmm. Ma go ne ji me be wê PYD wan çekan ji ku bîne babam. Ji ber go em nikarin artêşê bişînin her deverên Sûrîyê, em alîkarîya wan grûpên Kurd û grûpên din dikin allahwekîl“ û filan û fîstan.

Belê, Beşarko bi belge, delîl û dokument diaxive û guhê PYD dikşîne. Îcar wê ew belge û delîl kengî belav bibin, kengî dakevin ser sifrê, helbet kes nizane.

Ê de xêr û guneh di stuyê Beşarko û bavê wî de be.

Heke gotinên wî rast bin, ji xwe wê rojekê qûna reş û spî derkeve meydanê.

Na heke derewan dike û bêbextîyan dixe stuyê PYD, ji xwe wê xalê me Salih Mislim roja qiyametê û li ser pira siratê vî hesabî jê bixwaze û hûn sax…

Qamişlo

About The Author