Îro al, sibê serxwebûn

Ehmed Beyan

Belê, dewleta Tirk heta berî çend salan jî Serok Barzanî wek serokeşîr û nizanim çi binav dikirin. Û tew di hevdîtinên xwe yên li Tirkîyê de qet ala Kurdistanê danetanîn. Lê dem û dewran hatin guhertin. Kurd bi xîret û helwesta Barzanî derbasî astek din bûn, bûn gula Rojhilata Navîn, bûn tirsa dilê dolheramên DAÎŞê, di çavên dewletên hevpeyman de bûn qehremanên cîhanê û ala Kurdistanê li her derê, di dilê herkesî de çikandin. Kurd bi mêranî û helwesta xwe hatin wê astê ku heta bi rayedarên dewleta Tirk jî rêzê ji ala Kurdistanê re bigirin û ala Kurdistanê li paytexta xwe, di meqam û dîwanxaneyên xwe de biçikînin.

Serok Barzanî îro (09.12.2015) serdana Enqerê kir û çend hevdîtin bi lotikvanên Tirkîyê re kirin. Vê carê rayedarên dewleta Tirk di hevdîtinên xwe û Serok Barzanî de ligel ala Tirkîyê û Iraqê, ala Kurdistanê jî daçikandin. Wek dibêjin, „Çûn erş, daketin ber terikê reş“. Dem û dewran, şert û şirûtan, mêranî, xîret û berxwedana Kurdan hişt ku dagîrkerên Kurdistanê jî êdî rêzê ji ala Kurdistanê re bigirin û ligel alên xwe daçikînin.

Erêêêêê erê dinyayê!

Heta bi Tirkan jî îro rêzê ji ala Kurdistanê re digirin. Lê çi hikmet be hinek qûnalês û Kemalîstên Kurd hîna jî rêzê ji vê ala pîroz re nagirin û alên hinek welatên Afrîka û Latîn Amerîkayê li serê Kurdên xwelîser dipêçin û wan tirrek dikin.

Lê xwedê kerîm û rehîm e…

Îro al qebûl kirin, sibê wê serxwebûna Kurdistanê jî qebûl bikin.

Ê de ma xwedê û Şêx Evdilqadirê Geylanî…

Enqere

baral

About The Author