Penceşêra sîngê

Dr. Mihyedîn

Penceşêra sîngê, yek ji wan nexweşîyên giran e ku herî zêde jin raserî wê tên. Bi kurtî penceşêr, ango kanser, ew nexweşî ye ku malzarên bedenê ji kontrolê derdikevin, bê serûber zêde dibin û ziyanê didin bedenê.
Yek ji penceşêra ku herî zêde li cem jinan peyda dibe penceşêra sîngê (penceşêra memikan) ye. Penceşêra memikan jî ji kontrolderketin û zêdebûna malzarên bedenê pêk tê.

Hinek ji sedemên çêbûna penceşêra sîngê ev in:

-Bi taybet piştî 40 salîbûnê peyda dibe
-Kesên ku di malbata wan de penceşêra sîngê hebe yan berê hebû.
-Jinên ku di temenekî dereng de zarokan tînin
-Jinên ku tedawî û dermansazîya Ostrojenê dibînin.
-Jinên ku heb û dermanên kontrolkirina zabûnê (zarokanînê) bikar tînin.
-Jinên ku alkol û cixareyê bikar tînin

Bi van kesan re derfeta çêbûna penceşêra sîngê zêdetir e.

Di penceşêra sîngê de teşhîs û pêhisîna zû û lezgîn girîng e. Heke teşhîsek zû bê kirin û zû pê bê hisîn, derfeta ku penceşêra sîngê bê dermankirin û rêlibergirtin, pir e.
Ji bo teşhîsa penceşêra sîngê bar dikeve ser milê jinan jî. Berî herkesî divê jin mehê carekê be jî xwe bi xwe kontrol bikin. Di vê kontrol û saxtîkirina xwe de, heke jin pê bihisin ku di sîng û derûdora sînga xwe de guhertinek çêbûye, divê nesekinin û serî li doktor bidin.

Nîşan û alametên penceşêra sîngê:

-Qalindbûn, werimîn û rengvedana çermê sîngê.
-Heke di sîngê de hişkbûn û êş zêdeyî hefteyekê bajo.
-Heke serê memikan qalind (stûr) bibin, sor û kul bibin û brîndar bixuyin.
-Heke memik û derûdora memikan bêşin û ew êş zêdetir xwe bikşîne nava memikan.
-Heke di şikl û şemalê memikan de guhertin çêbibin.
-Heke di cîh û sekna serê memikan de guhertin çêbibin.
-Heke serê memikan bizên (av, girêz yan tiştekî din jê biherikin).

Di van rewşan de divê meriv nesekine û serî li doktor bide, xwe kontrol bike û dilê xwe têxe cîh.

meme

About The Author