Mîrê pisîkan û çeqilmastên me

Zinar Qelemşûr

Hinek dibêjin şêx e, hinek dibên Mêhdî ye. Hinek dibên pêxemberê axirzemana ye, hinek dibên na wele Îsa û Mûsa ye. Lê ew mîr û mêrê pisîkan e, pisîkên germik û nermik, pisîkên memikmezin û lêvqalind, pisîkên seksî û meksî. Ew Adnan Oktar e, carna jî dibe Harûn Yahya.

Mêrê pisîkên seksî û meksî Adnan Oktar, vê carê çend lotik û zîtirkên maqûl û aqlêselîm avêtin derûdorê. Mêro hevpeyvînek qerase bi Ajansa Sputnik re kiriye û tirr ji meselê berdaye.

Lotikvanê Sputnîkê jê pirsîye:

Hûn têkilîyên Tirkîyê bî Barzanî û Herêma Kurdîstanê re çawa dinirxînin cîgerim?

Mîrê pisîkan jî gotiye:

“Mesûd Barzanî mirovekî limêjker û şêrekî ji terîqeta Nexşîbendî û kesekî bi edeb, efendî û bi ewle ye, tam însanekî Rojhîlata Navîn e. Yanî kesekî bi rêz, xweşmêr û maqûl e. Mirovên wiha taca zêrîn in û zû bi zû peyde nabin. Em dixwazîn li herêmê bi pêşengîya Barzanî hemû Kurd yekîtîyekê ava bikin û divê Tirkîye jî piştgirîyê bide vê yekîtîyê û Kurd aram bîn” filan û fîstan.

Bawerim we li ser Barzanî pirtûkek nivîsand û belgefîlmek jî çêkîr. We dîgot ‘Barzanî Yahûdî ye’ gelo ev nerînên we guherîn?

“Erê zanim. Paşê birêz Barzanî bi navcîtîya dostekî pêwendî bi min re danî û ji wî dostê mîn re gotiye ‘ xoce ji bo min dibêje Barzanî yahûdî ye, ez mirovekî limêjker, misilman û Nexşîbendî me û ez bi van gotinan diêşim’ piştî ku min ev gotin bihîztin, ez gelekî xemgîn bûm û min ew nivîs û belgefîlm hemû rakirin. Yahûdî jî neslê pêxember in û ez jî ji wî neslî me. Barzanî jî neslê pêxember û seyid e û ez jî seyid im. Di rojên herî teng de Barzanî gelekî bi kêrî gelê xwe hatiye. Gelê Kurd gelekî zordestî kişand û rastî qetlîaman hatin. Bî kurtayî ez ji Barzanî hez dikim û nahêlim tu kes gotinek xerab jê re bêje, em bi şêwazê wî kêfxweş in allahwekîl” filan û virde wêde.

Ê başe cîgerim, hûn piştgirîya Barzanî û serxwebûna Herêma Kurdistanê dikin ku bibe dewlet?

“Heke li hemberî Tirkîyê û hiqûqa navneteweyî pirsgirêkekê çêneke, helbet ez dixwazim. Em bi can û dil dixwazin hemwelatîyên Kurd li ser axeke berfireh bi azadî û di nava aramîyê de bijîn. Wek min got, divê li gorî hiqûqê be, nebe jî dikarîn vegerînin dewleta hiqûqî. Heke ez naxwazim jinên min ji min berdayî bin lo!”
û gellek tiştên din.

Axir…

Mesela me li ser rola Barzanî û dewletbûna Kurdistanê bû.

Hûn dibînin, heta bi Şêx Adnan Oktar jî dewletê ji Kurdan re rewa dibîne û dixwaze Kurd di bin serokatîya Barzanî de yekîtîyekê xurt çêkin û bibin tifaq.

Û hinek Kurdên me yên Tirkmanc û çeqilmast çi dikin?

Wek Şêx Adnan Oktar, yanî wek mîrê pisîkan jî nayên. Ha ha dijminatîya Barzanî û dewletbûna Kurdan dikin û rûn li ser nanê dijminên Kurdistanê dikin. Adnan Oktar bi Tirkbûna xwe dewletbûna Kurdan û tifaqa wan dixwaze, lê Kurdên xwelîser û çeqilmast jî ha ha xelkê li xwe siwar dikin û xwe ji kerên wan re dikin kurtan.

Kuro aferîn ji te re mîrê pisîkan!

Aferîn ji te û wan pisîkên te yên seksî, memiknepoxî, lêvqalind, bejinbiling û qûnmezin re!

Stenbol

adnan-oktar-harun

About The Author