Hewar û sed carî hewar!

Devliken Kelogirî

Ji daxuyaniyên Cemîl Bayik „Taşarontî“ derdikeve û hew.
„Em û hin rêxistinên nav Tirkiyeyê û derveyî Tirkiyeyê em ê qaweta bikin yek, da em desthilatdariya AKPyê hilweşînin û nizanim çi û nizanim çi…“
Birêz Bayik! Dev ji taşarontiya biyanî miyaniyan berdin.
Ji bo kurdên belengaz…
Ji bo kurdiya sêwî…
Ji bo nirxên tarûmar…
Ji bo Kurdistaneke serbixwe…
Hûn karin çi bikin?
Hûn ê çi bikin?
Hûn çi difikirin?
Bi deh hezaran ciwanên kurd serî danîn ji bo kulmeke axa azad.
Bi deh hezaran kurd ji ser axa xwe koçber bûn ji bo bêhneke azad.
Bi hezaran gund şewitîn di ber dozeke rûmet de.
Ziman lal…
Nirx tarîmar…
Kurd her dikin nalelal… Dijmin ne AKP ye heyran; AKP tenê rengekî parastina vê qirêjiyê ye, ez
xulam.
Hewar! Û sed carî hewar!

About The Author