Dijminê bavan nabe dostê lawan

Pîrkemal

Di hilbijartinên 7.Hezîrana çûyî de çapemenîya Dogan Holdîngê Hevserokê HDP Selahattîn Demîrtaş firandin û difirandin ber perê ezmanan. Çima ku HDP û Seloyê me digotin „Em partîyek Tirkîyeyê ne, em dixwazin bibin Tirkîyeyî“ nivîskar û qaşo rewşennebîrên Tirk ew datanîn ser serê xwe. Van nivîskarên ku wek marên kor bûn û bi kirasê dostanî qaşo xwe nêzîkî Seloyê me dikirin, îro kirasê xwe ji ser xwe avêtine û îcar êrîşî Seloyê me, ango Selahattîn Demîrtaş dikin.

Nivîskar û rojnamevanên mîna Ahmet Hakan, yanî çeqel û keftarên mîna wî û Dogu Perînçek, îro zirt û gefan li Seloyê me dikin û bi mîrkutan radibin ser serê wî.

Çima?

Çima ku Seloyê me di kongreya DTK de behsa xweserî û serxwebûna Kurdistanê kiriye.

Çi gotibû Selo can?

Gotibû: „Êdî di sedsala pêşerojê de wê rastîyek Kurdistanê hebe. Wê heremên wê yên xweser jî hebin. Belkî dewleta wê çî çêbibe. Êdî wê Kurd di erdgnîgarîya xwe de biin xwedî îraye. Helbet wê bedêla wê giran be. Ma ku bedêla wê giran be, divê em xîreta xwe wenda bikin?“ û pê de çûbû.

Evan gotinên Selo can dilê Kurdan xweş kir, piçekî be jî bêhna wan fireh kir. Lê helbet dilê Kemalîstên Kurd û Tirk jî reş kir, qûn li wan qetand.

Çeqelên mîna Ahmet Hakan ku berê di bernameyên xwe de Selo difirandin ber perê ezmên û li hemberî Kasimpaşalî Receb ew disincirandin, îro bûne agir û pîşo û ketine pêsîra Selo. Çima ku wî behsa xweserî û dewletbûna Kurdistanê kiriye û xwedêgiravî xwe ji Tirkîyebûnê dûr xistiye, wek gur û keftarên har êrîşî wî dikin, dixwazin wî di çavê Kurdan û awira gelemperî de pûç bikin, kêm bikin û dûr bixin.

Keftar Ahmet Hakan çi gotibe başe?

Gotiye: „Olan Selo, çima te em xapandin oxlim? Ka te digot Tirkîyeyîbûn, îcar ev Kurdistan Mirdistan ji ku derket qebrax!“ û Seloyê me berdaye ser xwe.

Aha çep û rep, sosyalîst û kominîst, dindar û misilmanên Tirko ev belqitî ne gelî ciwamêr û ciwanikan. Heta em Tirk bin, Tirkîyeyî bin, qûnalês û potînalêsên wan bin, em baş in. Na ku me behsa mafê Kurdan û Kurdistanê kir, em di çavê wan de dîsa dibin terorîst, cudaxwaz û naletlêbarandî.

Bawer bikin ez li ber gotin û helwesta van qûnek û dolheraman nakevim. Ez li ber wê yekê dikevim ku hîna jî hinek Kurdên me yên xwelîser behsa bratîya Kurd û Tirkan dikin û me dikin kurtanê kerên kesên mîna Ahmet Hakan. Hîna jî behsa Tirkan û demokrasîyê dikin û wan li ser serê me dikin zilam, hefsarê me dixin destê wan qebraxan. Hîna jî di bin sîwana çepîtî û bratîyê de Tirkan dikin serok û rêberên me. Aha ez li ber vê xwelîserîyê, li ber vê bêxîretîyê dikevim allahwekîl.

Yan na, Ahmet Hakan çi gotiye, Dogu Perînçûk çi gotiye, Alî Bayramoglu çi nivîsandiye, ne xema kîrê min û we ye wesselam.

Ji berê de bav û kalên me gotine „Dijminê bavan nabe dostê lawan“ keko.

Lê ka ew Kurdê ku fêhm bike….

About The Author