Wan jî xurcika xwe dagirt, hernêêê!

Şîndar Berwarî

Wek hûn zanin, lotikvanê dengxweş û îsothezê Ruhayî Îbrahîm Acises, li Başûrê Kurdistanê bûbû şirîkê Rujdi Said Kadir û dixwestin Başûrê Kurdistanê di nav xanîyên vîlla û avahîyên bihuştî de bihêlin. Herdu lotikvanên parehez navê projeya xwe kiribûn „Deştî Beheşt – Deşta Buhuştê“ û xwedêgiravî dixwestin xelkên bajarê Duhok û Hewlêrê bikin şirîkên buhuştê. Lê buhuşta wan li xelkê bu dojeh û cehneme û 9 milyon dolarên ku xelkê ji bo kirîna xanîyên xwe dabûn Rujdi Said Kadir efendî, wenda ne, tunene.

Dibêjin „Ku ker hebin kurtanker pir in“. Xuyaye Rujdi Said Kadir jî ev yek baş fêhm kiriye û tevî 9 milyon dolaran ji holê wenda bûye. Şirîkê wî Îbrahîm Acises jî qaşo poşman bûye û lêborîna xwe ji Kurdekan xwestiye.

Axir, îsothez û lehmecûncî Îbrahîm Acises di serdana xwe ya Hewlêrê de anîye zimên ku ew „ji alî Rujdi Said Kadir ve hatiye xapandin“ û lêborîna xwe ji Kurdekan xwestiye. Ji alîyê din zêdeyî 300 kesên ku pare dabûn Rujdi Said Kadir serî li dadgehê dane û doza mafê xwe kirine. Dadgeha Sûc ya Duhokê. Dadwerê dadgehê Behzad Etrûşî jî bi mîrkutan rabûye Rujdi Said Kadir û tam 180 sal cezeê giran daye Rujdi Said Kadir beg.

Lê ne pare li holê nehe, ne jî kurtanker Rujdi Said Kadir.

Ez serê we neêşînim kezebno, îsotçî Îbrahîm Acises xwe bi lêborînekê ji bin bêr derxist û bar avêt ser pişta kurtanker Rujdi Said Kadir. Heke Rujdi Said Kadir rojekê bê girtin, ji xwe wê qûş lê biqete 180 salî ceze bixwe. Na heke nehat girtin û bi wan 9 milyon dolaran kêfa kîrê xwe kir, wê kerên me jî bê kurtan bigerin heta ku kurtankerek din li wan rast bê û hûn sax..

Ji berê de gotine „Hinek dikin û hinek dixwin“ kakaaaaaaaa!

Duhok

About The Author