Xwedê neyne serê kesî

Abdûllah El Kurdî

Xwedê neyne serê kesî rebbî. Gava jina meriv ne li gor dilê meriv be, dilê meriv dixele û virikî dibe. Dinya li ber çavê meriv reş dibe û meriv ji xwarin û vexwarinê dikeve.

Li Cezayîrê mêrik dil ket keçek bedew û lihevhatî. Ne bi dilekî, lê bi heft dilan dil ket jinikê.. Bi halla halla, bi govend û dîlan keçik xwestin. Kêfa mêrik li cîh e, dilê wî heft gopal lêdide, li benda şeva zawacê ye ku dilê xwe li delala ber dilê xwe hênik bike û tirra jê berde. Û ew şev hat. Yanî şeva zewacê, şeva kêf û seyranê, şeva lotik û zîtirkên nav livînê.

Axir, herduwan lempe vemirandin, xwe şût û rût kirin û ketin nav livînê, bû şer û qiyamet. Ax û oxên wan di felekê re derketin. Wê şevê heta berbanda sibê hevdu nermijandin, 5 sîtil û galon girêz ji hev herikandin. Û bi dilekî xweş, bi dilekî dilketinê ketin xewa şîrîn û bû pixepixa wan.

Û serê sibê çi bû?

Serê sibê jî şeytan bi mêrik keniya. Gava ji xewê rabû dît go çi bibîne, hawarêêêêêêêêêêê, ev çiye? Ev çi pîrebok e, çi jin e, çi teba ye! Jina ku mêrik bi heft dilan dil ketibûyê, bê makyaj, bê himra û bodra bûbû wek wan parsek û qereçîyên ser sergoyan, bûbû wek wan çêlekên bixwederîtî. Ya staaaaar! Jinika go mêrik dil ketibûyê bi derman û makyajan xwe kiribû wek horîya bihuştê û mêrik bi xwe ve zeliqandibû.

Werhasilî kelam, serê sibehê gava mêrik dibîne go jina wî ne ew jina go bi heft dilan dil ketibûyê û jinikê ew bi derman û makyajê xapandiye, yekser, bêyî ku taştê jî bixwe, berê xwe dide dadgehê û doza berdanê li jinikê vedike.

Îcar tembîya min li we be qurban.

Zewac ne karê rojek û du rojan e. Berî go hûn dil bigirin û bizewicin, serê keçik yan jinikê di nav cêrek ava cemidî dakin, derman û makyaja wê jê bibin û piştre biryara xwe bidin. Yan na, bi allahwekîl hûnê jî serê sibehê xwe li dadgehê bibînin û hûn sax…

Cezayîr

About The Author