Melkemot nayê, mirinê jî ew ji bîr kiriye

Raca xan

Qey rast e nizanim, dibêjin carna xwedê jî, melmemot û mirin jî, mirovan ji bîr dikin û serê xwe bi wan re naêşînin. Meselen xalê me Mûrasî

Xalê me Mûrasî 179 salî ye. Di 1835an de çêbûye û di jiyana xwe de gellek serpêhatî derbas kirine. Mûrasî li Hindistanê 7 nifş û nesîl jîyaye. Zaroên wî, nevî û torinên wî çêbûne, mirina zarok û nevîyên xwe dîtiye, pir êş û cefa kişandiye. Xalê me Mûrasî gazindan ji xwedê, melkemot û mirinê dike çima ku ew ji bîr kirine û silavekê lê nakin.

Mûrasî êdî naxwaze vî ezabî bikşîne. Mirina zarok û nevîyên wî ji bo wî êşa herî mezin e. Rojê sê caran dua dike ku melkemot rêya xwe şaş bike û berê xwe bide bin konê wî. Lê nayê. Ne melkemot tê ruhê wî distîne, ne jî mirin bi dora wî dikeve. Û tew ew bawer dike ku xweda ew ji bîr kiriye û belkî navê wî di deftera axretê de jî nehatibe nivîsandin.

Xalê me Mûrasî wek mirovê herî temendirêj ketiye pirtûka rekoran a Guînness ê.

Bi vê wesîle û sedemê, wek dost û dilxwazekî Mûrasî, me nameyek qerase ji melkemot û mirinê re şand û ji wan tika û daxwaz kir ku rojek berî rojekê silavekê li xalê me Mûrdasî bikin û wî ji vê ezab û êşkenceya zindî azad bikin.

Îcar melkemot û mirin silavekê li xalê me Mûrasî dikin nakin, heqdestê xwe dixwazin naxwazin, em jî nizanin. Hûn zanin, di dema îro de tukes belaş firek av li destê meriv nake. Herkes bûye bertîlxur, gendel û zinêkar. Hew we dît melkemotê me jî ketiye nav karwanê bertîlxur û gendelan, ma kî zane…

Hindistan

About The Author