weyla ez bi qurbanê

Şaron Kurdo

Wezîra Dadê ya Îsraîlê, xanima germik û nermik Aylêt Şakîd, got ku „êdî dema îlankirina dewleta Kurdan hatiye û divê Kurd bibin xwedî dewlet“ û pê de çû.

Xanima xwînşîrîn û şekirlêvî Aylêt Şakîd, di konferansa asayîşa Îsraîlê de axivî, çend lotik avêtin û behsa serxwebûna Kurdistanê û dewleta Kurdî kir.

Keçê aferîn ji te û lotikên te re!

Weyla ez bi qurban bûmë!

Wey Kurdên dewletnexwaz, Kurdên Kemalîst û çeqilmast bi qurbana wî zimanê te bin rebbî!

Axir…

Aylêt Şakîd, bi şeş telaqên mêrberdanê sûnd xwar û got:“ Kurd, dost û şirîkê Îsraîlê ne, dema wê hatiye ku bibin xwedî dewlet. Em bi hemû hêza xwe piştgirîyê didin damezirandina dewleta Kurdî. Bi bawerîya me, dewleta kurdî di xêr û berjewendîya Îsraîlê de ye û bi vê yekê wê dijminên me lawaz bibin” filan û fîstan.

Xanima germ û nerm û lezîz Aylêt Şakîd, da zanîn û got: „Ez bi serê Arîel Şaron û Serok Barzanî kim, berjewendîyên Îsraîl û Kurdan hevbeş in, her du jî li dijî hebûna komên radîqal û cîhadî ne. Kurd mafên mirovan baş diparêzin û qîmeta jinan zanin, herweha Kurd miletekî esîl û aştîxwaz ê Rojhilata Navîn in û di dîroka xwe de êrişî tu welatekî nekirine“ û germa germa pêde çû.

Di dawîya lotikên xwe de Aylêt Şakîd bang li hikûmeta Îsraîlê kir ku pêwendîyên xwe bi Herêma Kurdistanê re xurt bike û di her warî de alîkarîya Hewlêrê bike.

Hûn dibînin bê keçên bava, wezîrên cihû çi lotikên Kurdistanî davêjin ne wisa!

Ma wek hinek xwelîserên me!

Israîl

ayelet sckaed3

About The Author