Çima em xwe diçirînin babam?

Nûrî Çelîk Birastî jî hinek Kurdên me ecêb in. Yaw babam, hûn çi ji HDP dixwazin? Çiye efendim, çima HDP di kongreya xwe ya 2. de ala Tirko, wêneyê...

Nûrî Çelîk

Birastî jî hinek Kurdên me ecêb in. Yaw babam, hûn çi ji HDP dixwazin?

Çiye efendim, çima HDP di kongreya xwe ya 2. de ala Tirko, wêneyê Atavirqo daliqandiye. Û tew wêneyê serokê sererd û binerd sayin Ocalan jî li kêlekan wan daliqandine.

Ê ji we re çi oxlim?

Ma HDP rojek ji rojan gotiye ” Ez partîya Kurda me, ez Kurd û Kurdistanî me?”

Naaaaa..

Ma berî sal yan sal û nîvekê, Wezîrê Dewletê û Rêvebirê Pêvayoya Mizakereyan Beşîr Atalay negotibû “HDP li ser daxwaza Ocalan û MÎT ê hatiye damezirandin?”

Belêêêê…

Ma Sirri Sureyya Onder nedigot “Me bi rêya HDP rê li ber pêşketina netewperestîya Kurd girt?”

Belêêêêê…

Ma mişkê bin kayê Ertûgrûl Kurkçu nedigot “HDP ne partîya Kurda ye?”

Belêêêêê…..

Çawa ku AKP, CHP û MHP partîyên dewletê û partîyên sîstema Tirkîyê ne, HDP jî partîyek sîtema Tirk e qardaşim.

Naxwe hûn çi ji HDP dixwazin û hûn çi hêvîyan jê dikin?

Ma çavê we lê ye HDP ala Kurdî û wêneyên Barzanî di kongreya xwe de daliqîne?

Ma MÎT vê destûrê dide wan babam?

Ala Tirko, wêneyê Atavirqo û wêneyê serokê sererd û binerd sayin Ocalan ji bo kongreya HDP bes e û zêde ye jî.

Ma çavê we lê ye HDP ji bo alek Kurdî “Ortak Vatan Tirkîye” parçe bike û jihevde bixe?

Ji HDP re çi Sûr a Amedê, Nisêbîn, Cizîr, Şirnex û Sirûcê şewitî ye yan wêran bûye.

Ji wê re çi Kurd hatine û tên kujtin yan na.

Mesele girîngtir e heval!

Ji HDP re Ortak Vatan, Demokratîk Cûmhûrîyet, Eşît Yûrttaşlik, Azadîya Jinê, Azadîya qûnek, trans û lezbîyenên LGBT, Ekolojî, Demokratîk Pincarolojî û hezar quzilqurtên din ji Kurdan jî, ji ala Kurdî û Kurdistanê jî girîngtir û pêwisttir in cîgerim…

Ma HDP ne ji bo wilo û wisa hatiye damezirandin kezebno?

Ma cîhê ku Ortak Vatan Turkîye, yek al, yek dewlet û yek sînor hebin, çi pêwistî bi Kurdistan û Mirdistana zêde heye yaw!

Na babam naaa…

Xwe neçirînin, nedirînin û serê xwe li dîwaran nexin.

Heqaretê li HDP nekin û doza Kurd û Kurdistanîbûnê lê nekin..

Eyb e lawo, eyb e eyb!

hdp kongre2

Categories
KadînNurî ÇelîkQuncik
No Comment

Leave a Reply

Diese Website verwendet Akismet, um Spam zu reduzieren. Erfahre mehr darüber, wie deine Kommentardaten verarbeitet werden.

  • Radyoya Êrîvanê sêwî ma

    rojnamevan û rewşenbîrê Kurdên Ermenistanê Keremê Seyad di 82 salîya xwe de ji nav me koç kir û em xemgîn kirin. Keremê Seyad, di 1960î de li Radyoya Êrîvanê...
  • Lotika Papa xweş lotik bû

    Serokê Vatîkanê û Serokê Rûhanî ê Mesîhîyên Cîhanê Papa Franciskus di 07.03.2021ê de pêşî serdana Iraqê û piştre jî serdana Kurdistanê kir. Papa li Bexdayê bi şûr û kêran...
  • Başûrî, mîrasê serokê nemir Mistefa Barzanî dixwin…

    Rojhat Amedî Sed heyf û mixabin em îro dibînin ku jimareyek berçav ji desthilatdarên başûrê Kurdistanê tenê bi gotin li ser rêbaza Barzaniyê nemir mane. Tenê li ser mîrasa...
  • BARÎNA KUTILKAN

    M.Bengo Navê tirolê Bexdê ( Bexdayê) derketiye, lê birastî Xerdelê me heft pêhn li wan xistiye. Xerdelo tirolakî xwedê bû, bi çakûça xwe ji mal bernedida. Ne tenê tirole...