Çima em xwe diçirînin babam?

Nûrî Çelîk

Birastî jî hinek Kurdên me ecêb in. Yaw babam, hûn çi ji HDP dixwazin?

Çiye efendim, çima HDP di kongreya xwe ya 2. de ala Tirko, wêneyê Atavirqo daliqandiye. Û tew wêneyê serokê sererd û binerd sayin Ocalan jî li kêlekan wan daliqandine.

Ê ji we re çi oxlim?

Ma HDP rojek ji rojan gotiye “ Ez partîya Kurda me, ez Kurd û Kurdistanî me?“

Naaaaa..

Ma berî sal yan sal û nîvekê, Wezîrê Dewletê û Rêvebirê Pêvayoya Mizakereyan Beşîr Atalay negotibû „HDP li ser daxwaza Ocalan û MÎT ê hatiye damezirandin?“

Belêêêê…

Ma Sirri Sureyya Onder nedigot „Me bi rêya HDP rê li ber pêşketina netewperestîya Kurd girt?“

Belêêêêê…

Ma mişkê bin kayê Ertûgrûl Kurkçu nedigot „HDP ne partîya Kurda ye?“

Belêêêêê…..

Çawa ku AKP, CHP û MHP partîyên dewletê û partîyên sîstema Tirkîyê ne, HDP jî partîyek sîtema Tirk e qardaşim.

Naxwe hûn çi ji HDP dixwazin û hûn çi hêvîyan jê dikin?

Ma çavê we lê ye HDP ala Kurdî û wêneyên Barzanî di kongreya xwe de daliqîne?

Ma MÎT vê destûrê dide wan babam?

Ala Tirko, wêneyê Atavirqo û wêneyê serokê sererd û binerd sayin Ocalan ji bo kongreya HDP bes e û zêde ye jî.

Ma çavê we lê ye HDP ji bo alek Kurdî „Ortak Vatan Tirkîye“ parçe bike û jihevde bixe?

Ji HDP re çi Sûr a Amedê, Nisêbîn, Cizîr, Şirnex û Sirûcê şewitî ye yan wêran bûye.

Ji wê re çi Kurd hatine û tên kujtin yan na.

Mesele girîngtir e heval!

Ji HDP re Ortak Vatan, Demokratîk Cûmhûrîyet, Eşît Yûrttaşlik, Azadîya Jinê, Azadîya qûnek, trans û lezbîyenên LGBT, Ekolojî, Demokratîk Pincarolojî û hezar quzilqurtên din ji Kurdan jî, ji ala Kurdî û Kurdistanê jî girîngtir û pêwisttir in cîgerim…

Ma HDP ne ji bo wilo û wisa hatiye damezirandin kezebno?

Ma cîhê ku Ortak Vatan Turkîye, yek al, yek dewlet û yek sînor hebin, çi pêwistî bi Kurdistan û Mirdistana zêde heye yaw!

Na babam naaa…

Xwe neçirînin, nedirînin û serê xwe li dîwaran nexin.

Heqaretê li HDP nekin û doza Kurd û Kurdistanîbûnê lê nekin..

Eyb e lawo, eyb e eyb!

hdp kongre2

About The Author