Di qehwexanê de mafên kêlekbiran

Rêwîyê Kal

Mudawîmên qehwexana yên ku lîstika okêy, nezere, dame, kişik, tawle, domîno û hwd dilîzin, heke bi serkevin dibên “ ji şansê min e” heke windakin dibên “ filankes bêvankes hat şansê min têkçû “.

Gelek cara naxwazin ku kesek li kêleka wan, li tenişta wan rûnê, lîstoka wan temaşe bike. Mîrata lîstokê jî bê kêlekbir/belaşçî kêf nade.

Pisporên Lotikxanê li hev şêwirîn û rê û rêzan ji kêlekbiran re dîtin. Ji vir şûn ve divê herkes bizanibe ku mafê kêlekbiran heye û divê lîstikvan ji wan re hurmetkar bin.

1- Kêlekbir kevirên hîmê qehwexanê ne, jêveneger in.

2- Kêlekbir kare gorî dilê xwe ji xwarin û vexwarina bê ser masê feyde bibîne.

3- Kêlekbir kare bê destûr, dilê wî kengî xwest ji xwe re vexwarinê bêje.

4- Kêlekbir kare ji cixarên ser masê bikişîne, hewce nake destûrê bixwaze.

5- Kêlekbir kare derbarê lîstikê de şîrove bike, bi fesadîya xwe lîstikvanan bere hev bide. Kes nikare jê bixeyîde yan jî dilê wî bişkîne.

6- Kêlekbir, ku hewce bike kare li şûna lîstikvanekî rûnê. Wek hemû lîstikvanan xwedî maf e.

7- Kêlekbir ji bo vê xizmetê ne mecbûre ku pere bide. Bi dawîbûna lîstikê wek ku qet tiştek nebibe bide rê here.

8- Ev rêzik wek zagonê ye, ne diguhere ne jî daxwaza guhertinê tê teklîf kirin.

Êdî ji kêlekbiran gilî û gazincan nekin, me mafê wan hilda bin temînatê. Heçê van rêzikan xira bike wê ji hemû lotikvanan re qehweyek bi şîr û şekir bêje.

About The Author