XALO BRAHÎM…

Mahmûdê Qop

Xalo Brahîm zilamekî pir bîhnteng e. Kes nikare jêre bibêje Pozê Şekala Te Xwar e. Hima çav lê fireh dibe û dide nav. Devê wî jî pir xerabe ye. Devê wî çewt e. Çi tê ber dev dibêje. Tahmilya wî li qelbalixiyê tuneye û ji peyva zêde jî heznake. Carinan bi siya xwe re şer dike.Û rebeno emrê wî li ber pez derbas bû. Tiştek ji heyata xwe fahm nekir. Hingî di nav pez de deye bîhna pez ji her derê wî tê. Carinan dihat malê ku heyanî pîreka wî jêre off dikir. Ji xwe pîreka wî jî pir bîhnteng bû. Ji Xalo Brahîm xerabtir bû. Gundiya giştika ji Xalo Brahîm tirs û xof dikir û Xalo Brahîm jî ji pîreka xwe dikir. Xalo Brahîm ji tirsa pîreka xwe noq ji xwe vala dikir. Gava çav li pîreka xwe diket eyn wek cin ê ku li çav hesin bikeve. Hewqasî jê ditirsiya. İja gelek caran kerba pîreka xwe ji ev pezê reben derdixist. Şivek wîyî Şiva Hêzeran hebû. Carinan digot virrr û diavêt serê van mî û bizinê kerr û lal. Qîrpîniyek ji serê van heywana dihat. Di ser de jî xeberê nebaş ji wan re dikir. Te digot qey ji insanekî re dide.

Digot: Hîîîrreee hey bênamûsêê!!

Heyla min di simmê te niyhê…

Qar qara pez û tozek radibû…

Rojekê dîsa Xalo Brahîm ji pîrekê aciz bûye. Ew û pîreka xwe şer kirine. Bavê hevdû anîne pêş çavê hev…
Bi wê xezebê pez ji govê derdixe û berî dide çolê. Piştî demakî dimeşe di ber holika gundiyekî xwe re derbas dibe. Dinere ku kûçikek li ber holikê girêdayiye. Wexta ev kûçik çav li Xalo Brahîm ket ji nişkav de kir ewt e ewt û bû rew rewa vî kûçkî. Dev li zincîrê dikir û xwe radikir ser du linga. Xalo Brahîm ji vî kûçkî û ji ewte ewta wî pir aciz bû. Dîsa di ber xwe de peyivî û got : Yaw de heywane wê neha bi xwe bisekine. Ez destê nadimê. Lê kûçikê me hînê jî dike rew rew. Xalo Brahîm xwe negirt û ji kûçik re got: Tîdî tîdî !! Hoşşt !! Rahişt çend gomê kevir û hinek kêsek avêtê û rêya xwe dewam kir. Ji holikê dûr ket. Piştî wextekî pezê xwe çêrand û dîsa vegeriya. Berî da ber bi malê ve. Ê rêya wî dîsa di ber wê holikê de ye. Wê çawa be.

Xalo Brahîm dîsa hat nêzîkî holikê û kûçikê me dîsa çav li wî ket. Û dîsa kir rew rew.
Xalo Brahîm xwe nema girt. Çav li Xalo Brahîm bû zîzok. Darê xwe li ba kir û çû bi ser vî kûçikê girêdayî ve. Di derba ewwil de dar li textikê eniya kûçik de xist. Û kûçikê reben kir kaze kaz. Lê Xalo Brahîm daye dil. Hey dewam dike. Li serî dixe li linga dixe. Piştî van derbê zalim kûçik li erdê rast kir. Wî kir term.

Xalo Brahîm jî hingî li kûçik xistiye ew jî bêhna vedide. Kurkê xwe li xwe jidand û dîsa da xebera.
Got: De ha dee !! De îja bike rew rew haa! !
Min di tekrroooo…. !!!

About The Author