Dîktatorên demokratîk

Miradê Torî

Weşangerîya fermî ya Hollandayê VPRO ankêt û lêpirsînek qerase çêkir û da lotikan.

Di lêpirsîna xwe de xwest zanibe bê li cîhanê dîktatorên mezin kî ne. Di lêpirsîna VPRO de Serokê DAÎŞê Ebûbekir el Bexdadî bû yekem û Serokkomarê Tirkîyê Kasimpaşalî Receb jî bi tirr û fisekê bû duyem. Kasimpaşalî Receb hew nemabû ku bibe dîktatorê yekem û herî mezin, lê ebûbekir el Bexdadî zora wî bir, li çirra wî xist û qûça wî rakir.

Îcar min meraq kir, di nav xelkê de dîktatorên qerase hene. Gelo di nav me Kurdan de jî dîktator hene yan tunene?

Yan dîktator hene lê em nabînin û nizanin?

Ê de ka tê derxin:

Di nav Kurdan de çend dîktator hene? Hene yan tunene?

Heçê tê derxe, emê xurcikek dendikên demokratîk ji wan re bişînin.

Ê de xwedê qiwetê bide we..

Amsterdam

About The Author