Mêro ji Kurdan pir hez dike bavooo..

Elî Efrînî

Nûnerê Sûrîyê yê li Yekîtîya Milletan Beşar Caferî hem li nêl xist, hem li bizmêr. Oxlim hem ji Kurdan hez dike, hem jî xweserî yan federasyonê ji Kurdan re heram dibîne.

Pozdirêjê Beşar Caferî, da zanîn ku Kurd pir welarparêz in û ew bi Kurdan serbilind in. Lê kesên ku doza xweserî yan federasyonê dikin, divê hebên serêşê bixwin û van xeyalên pûç û vala nebînin.

Caferî bi dewamî got ku ew van gotinan ji Kurdên ku cudaxwazîyê, Kurdên ku xweserî, federasyon yan jî serxwebûnê dixwazin re gotiye. Yan na Kurdên ku Sûrîyeyek hevbeş û yekgirtî dixwazin pir welatparêz in û delalên ber dilê wan e.

Erê oxlim, ma kî ji wan Kurdên ku tu dibêjî hez nake hebîbî!

Ma kî ji Kurdên ku yekîtîya xaka Tirkiyê, Iraq, Îran û Sûrîyê diparêzin hez nake baba!

Tirk, Faris û Erebên qûnreş tev ji wan Kurdan hez dikin.

Ê helbet canim, ma kî dixwaze welatê wî parçe bibe?

Kes naxwaze..

Ez bi serê te yê keçel û gurî kim, piranîya Kurdan jî ji te û Kurdên mîna te hez nakin.Çawa tu naxwazî welatê te Sûrîye parçe bibe, Kurd jî naxwazin welatê wan parçekirî û dagîrkirî bimîne. Ma hûn can in Kurd bacan in oxlim!

Yan ê we welat e, lê yê me quzê kerê ye!

Efrîn

About The Author