Şûr simbêlê wî nabirre

Ehmed Beyan

Van rojan kêfa Serokê Partîya Niştiman û dewşîrmeyê heram Dogu Perînçek, ku bi eslê xwe Ermenî ye, pir lê ye. Ji kêfan re wextî bifire ezmanan. Çima ku polîs û leşkerên dewletê êrîşî PKK dikin û li Cizîr, Silopî, Nisêbîn û Sûr a Amedê cîh li wan teng dikin, devê wî wek quzê kerê ji hev vedibe, diranên wî qîç dibin û kêfa xwe li kujtina keç û xortên Kurdan tîne.

Dogu Perînçek, ku wextekî destebrakê serokê Kurdên sererd û binerd bû li Bekaayê bi gul û çîçekan dihat pêşwazîkirin, îro dixwaze Kurdek li jiyanê nemîne û hemû bên kujtin. Dogu Perînçek ê ku ji salên 1970î ve bi rêya çapemenîya xwe dijminatîya Kurdan dikir û zilamek ji yên dewleta sererd û binerd a Tirkiyê ye, bi rêya Twîtterê zîtirkek berîlkî avêt û got: „Rast e, ez îro pir bextewar im û şûr simbêlê min nabirre. Artêşa Tirk rêxistina ku pîyonê Amerîkayê ye (yanî PKK) pakij dike“ û bi mîrkutan rabûye ser serê PKK û lotikvanên wê.

Ê law ma ezê ji te re bêjim çi oxlim..

Ez bi serê te û Yalçin Kûçik kim, ji berê de jî me zanîbû bê hûn çi dolheram û bîjî ne, lê xwedê ji me Kurdên xwelîser re nehêle û hew.

Law ma hûn ê gul û çîçekan bûn?

Ma gur û keftarên mîna we yên ser sifreyên Kurdan bûn?

Lê ez çi bêjim xwedêyooooooo!

Kuro hema tu di devê Kurdên xwelîser de birrî û xelas!

Ka go hevalleran xendekek li ber devê derîyê te jî bikolana û tu di wê xendekê de totlanî hev bibûya, serê te têketa xendekê û qûna te berê xwe bida ezmanê hefta û hew.

Enqere

perincek twett

About The Author