Heta fetîsî, digot: Meqes e!

Bazê Qendîlê

Kakacanên me, yên Partî û Tevgera Goranê, xwedê ji wan razî be û temenê wan dirêj bike, ma çiqas serhişk û bêcirin laaw! Ev pêşbirka ku di nav wan de çêbûye, heryek ji wan, yek mîlîmê jî ji ya xwe nayê xwarê, ê heyran wilo nabe, welleh nabe, billeh nabe, tilleh nabe, wîîîî!

Dibêjin ku yekî Ereb û yekî Kurd li ser qiraxa golek avê bûn û ez nizanim bê çi lotik lihev didan, li ser bextê wan be haaa! Ji nişka ve perçak hesin dibînin.

Yê Kurd dibêje: Ev meqes e.

Yê Ereb jî dibêje: Lawallah, hadî mû meqes yaxûyî, ev perçak hesin e.

Ew dibêje meqes e û ev dibêje ne meqes e. Yek ji wî û yek ji vî, di nav wan de dibe şeeer û qiyamet. Bi newqên hevedu digrin û di nav wê pirkê de hal di hevdu de nahêlin û heryek li aliyekî dikeve. Dema radibin, cardî yê Kurd dibêje ew meqes e û yê Ereb jî tersê wî dibêje. Dîsa radibin û çend lotikên bê îman li qûnên hev dixin, lê bêbavê Ereb bi qelafetê xwe, du caran li yê Kurd bû. Hema radihêje yê Kurd û tavêje nav gola avê. Bêxwedîya golê jî gelekî kûr bû, dibe buqbuqa devê birakê min û we û baaaş binav dibe. Lê berî ku bifetise, destê xwe di nav avê re derdixe û herdu tilîyên xwe ji yê Ereb re liba dike û yanî qaşo jêre dibêje ku ew hesin, meqes e. Kuro difetisî û ji serhişkiya xwe daneket!

Di nav kakacanan de, mesela serokê, qaşo parlamanê, ma parlaman wilo ne law? Parlamanên ku nikaribin quloçên du bizinan ji hev vekin! Ellawekîl ez kelpîçan jî bi van kesan nabirim! Parlamanên xelkê welatan dihejînin û dikarin hikûmetan serûbin bikin.

Werhasil ev mesele kirine mesela meqes looo!

Partî ji Goranê re dibêje: Werin emê bi hevre rûnên, lê çênabe serokê parlamanê yek gavê jî bi aliyê Hewlêrê de were. Goran jî dibêje: Divê serokê parlamanê vegere Hewlêrê ser karê xwe, îcar emê bi Partî re gotûbêjan bikin. Yek dibêje: Meqes e û yê din jî dibêje: Perçak hesin e wesselam.

Kurdistan

About The Author