PYD li Rûsya lotikek demokratîk avêt, kilîlîlî!

Bengîn Elegez

Belê, PYD li Rûsyayê lotikek qerase avêt û deng bi xwe xist. Bi vê lotika PYD dilê dostan xweş û dilê dijminan jî reş bû. Bi taybet evê lotika PYD xew li Tirkan herimand û tirek ji tirên bergîlan mezintir ji wan berda.

Roja Çarşema 10.02.2016an, li paytexta Rûsya Moskovayê, Rêveberîya Xweserîya Demokratîk lotikek demokratîk avêt û nûnertîya xwe bi fermî vekir. Nûnerê Rêveberîya Xweserîya Demokratîk a Rojavayê Kurdistanê li Moskovayê Rodî Osman e. Li gor tê gotin wê ev nûnertî wek balyozxaneya Rojavayê Kurdistanê li Rûsya dest bi kar û xebatên dîplomatîk bike û tirê ji dîplomasîya demokratîk û nedemokratîk berde.

Çima ku di ode û mezelên nûnertîya demokratîk de nexşeya Kurdistana mezin hatiye daliqandin, agir bi navran û şerwalê Tirkan ketiye û virikî bûne. Daliqandina nexşeya Kurdistana mezin û yekgirtî Tirk bê eraq serxweş kirine û ji mêranî ketine. Tirk gîhane wê bawerîyê ku PYD û YPG ne tenê doza Sûrîyeyek demokratîk dikin, lê di bingeha xwe de armanca wan Kurdistana mezin û yekgirtî ye. Li gor Tirkan, YPG li Sûrîyê dixwaze kantonan bigihîne hev û xwe bigihîne Derya Spî. Û piştre jî wê federasyon yan jî serxwebûnê bixwaze û wê rê ji Kurdistanek serbixwe û yekgirtî re veke.

Ez serê we neêşînim gelî lotikvanan, di ofîsa nûnertîya Rêveberîya Xweserîya Demokratîk de daliqandina nexşeya Kurdistana mezin û yekgirtî nîşana xêrê ye. Hinek dibêjin „taktîk e“ û hinek jî dibêjin “ ez bi serê bavê we kim ne taktîk e“ û di nav şik û gumanan de diçin û tên.

Werhasilî kelam, taktîk e yan stratejî ye nizanim. Lê tiştê ez zanim di dilê her Kurdekî de Kurdistana mezin û yekgirtî heye û xelas..

Moskova

pyd-temsilciligi

About The Author