Lotikek wek xwe germik avêt

Hesen Keleş

Prenses û Şahjina Norwêçê û xanima xweşik û rindik Märtha Louise, di Twîtterê de lotikek wek xwe germik û nermik avêt û piştgirî da serxwebûna Kurdistanê.

Märtha Louise xanim di Twîttera xwe de gotiye: „Êdî bes e! Êdî dem hatiye ku gelê Kurd bi aramî mafên xwe yên serbixwe û hêminîyê bi dest bixin“ û pê de çûye.

Li gor saloxdanên sîxurên me, dibêjin xanima xweşik û rindik Märtha Louise, silavên xwe yên germ û sincirî ji Kurdan re şandine û çavê wan jî ramûsaye.

Ê de xwedê bereketa xwe bi ser Märtha Louise de bibarîne rebbî.

Rebbê alemê wê bi bihuşta xwe payedar bike û 72 Nûrîyên rindik û mindik bike qismetê wê.

Amîîîîn!

Oslo

maertha3

About The Author