Good morning xalê Ehmed!

Pîrkemal

Şer, lotik û zîtirkên xendekan malik li xelkê viritand, qûş li wan qetand û Kurd şerpeze bûn. Şaredarê bajarê Mêrdînê û mêrê bi sed mêrî xalê me Ehmedê Mala sînan Axa, ango Ahmet Turk, talîya talî mikur hat û qebûl kir ku şerê xendekan nîhaye kefenê 101 bavê Kurdan û Kurd derbeder û perîşan kirine.

Xalê me Ahmet Turk, ji rojnameya herêmî „Mardîn Life“ re axivî û merama dilê xwe anî zimên.

Çi gotiye xalê me Ehmed?

Axîn û keserek kişandiye û gotiye: „Binerin oxlim, xelk ji zilma polîtîka dewletê nefret kiriye. Lê ji me jî dilgiran û aciz bûye. Ji me re dibêjin „hey belqitîno, çima hûn fersendê didin dewletê ku qetlîaman bike, çima hûn rê ji qetlîaman re vedikin“ filan û fîstan.

Ehmedê Mala Sînan Axa bi dewamî gotiye: „Bajarê Mêrdînî bajarekî tûrîstîk e. Berî lotikên xendekan salê milyonek tûrîst serdana Mêrdînê dikir. Lê îro yek tûrîst jî nayê Mêrdînê. Hûn dev ji tûrîstan berdin, karmendên ku li vî bajarî kar dikin jî hew wêrin bên Mêrdînê. Dikandar û karmendên me nikarin benîştekî bifroşin, nikarin kirya xwe bidin, nikarin heqê av û ceryana xwe jî bide. Ji ber kiryar û mişterî tunene, karsazên me karkirên xwe ji kar derdixin. Em di demek pir zehmet re derbas dibin“ filan û fîstan û kiras û xeftan.

Erêêêêê erê xalê Ehmed!

Êrê xwedêhişto!

Ma we berê jî nizanîbû go şerê xendekan ji zirarê pêve tiştekî ji Kurdan re nayne xalê Ehmed?

Ev zêdeyî 40 salên te tu di nava siyaseta meclîsa Tirkan de yî, te têra xwe dinya dîtiye û qencî û xerabîyê jî baş zanî. Ma mero mala xwe bi destê xwe xirab dike ey hawar? Çima berî şerê xendekan deng ji we kesekî derneket û we li çonga xwe nexist malîno?

Û me çi bi ser xist?

Me xwelîya heft gundan bi serê xwe û Kurdan dakir û em bûn qirdik!

Xwelîya heft gundan bi serê me dakirin û bajarên me bi cendekên Kurdan tije kirin, bajarên me bi alên Tirko xemilandin û jinên me li kuçe û kolanan şût û rût berdan çolê.

Aha bereketa xendekan û çal û koncalan ev bû ha xalê Ehmed!

Ê helbet ji we re ferq nake. Ji wekîlên HDP re ferq nake. Çawa be zikê wan têr e, bêrîka wan germ e û zarokên wan jî li kuçe û kolanên Sûr ê, Nisêbînê, Cizîr û Silopîyê nayên kujtin. Û bi ser de li ser xwîna cangorîyên xendekan jî siyaseta Tirkîyeyîbûn û Tirkayetîyê dikin. Ox, were kêfa li ser kêfê! Şabaş ji bratîya Kurd û Tirkan re şabaş! Şabaş ji goşt û nenûkê re şabaş!

Ez serê we û xalê xwe Ehmed Turk neêşînim, Ehmedê me dibêje „xelk perîşan û şerpeze bûye“ û Karayilan jî di televizyonên xwe de ha ha dibê „Di şerê xendekan de dagîrkeran wenda kir“ filan û bêvan.

Wele nizanim qurban. Li Farqîn, Sûr, Nisêbîn, Cizîr, Silopî, Hezex û deverên din dêya me Kurdan hat gan. Bajarên me bi alên Tirko xemilîn. Xelk derbeder û koçber bûn, birçî û tazî li rastê man, em di çal û koncalên xanîyan de hêsîr man. Heke bi ser vêqasê de jî dagîrkeran wenda kiribe û xendekan qezenc kiribe, me pê girt û hûn sax..

About The Author