Civaka Kurd bûye çeqilmast

Cilêtçî Mihê

Cemalo seqet e. Ji ber seqetîya xwe, serê wî li ber jina wî tewandî ye û jina wî serdestîyê li mêrê xwe Cemalo dike. Rebeno jî nikare tiştekî bike, ji ber seqet e çavê wî li ber destê jina wî ye.
Axir…

Rojekê yekî Nibilî (Nibilê gundekî Nisêbînê ye) dibe mêvanê Cemalo. Dikevin nav xeberdan û serpêhatîyan û wext derbas dibe. Wex tê nîvro û yê Nibilî birçî dibe. Mêvan ji mazûrvan re dibê: “Kuro law Cemalo, em ji nêza mirin wî”. Cemalo qet rehetîya xwe xira nake, di cîyê xwe de bang li xanima xwe dike û dibê: “Wa Xenso, keçê em birçî ne ha”. Jina wî Xenso deng ji xwe dernaxe, di eynê xwe dernaxe. Piştî demekê, zikê yê Nibilî dike qurequr, mêrik birçî ye. Dîsa bang li Cemalo dike: “Kuro Cemalo, law em ji nêza mirin kuro”. Cemalo dîsa bang li jina xwe dike: “Wa Xenso, em birçî ne haaaa”. Lê ne xema Xenso ye.
Axir..

Yê Nibilî hew debar dike, hew xwe digire û dibê: “Kuro Cemalo, di dêya xwe ne jinikên we qûnek in law. Eman eman, heke hûn bên Nibilê jinên xwe bi xwe re neynin ha, bi allahwekîl wê jinên we jinên me jî qûnek bikin”.

Ji berê de gotine „Kera nebin nav kera, ji bo ji hev hîn nebin tir û fisa“.

Îcar ez bi serê bavê we kim gelî lotikvanan, hinekan civaka Kurd jî qûnek kirine allahwekîl. Kes nizane destê kê di bêrîka kê de ye. Kes nizane kî çi dike û çi dixwaze. Kes nizane çal û koncal û kortal ji bo çi û bi çi armancê tên kolan yan dane kolan. Kes nizane kî zilamê kê ye û kî xizmeta kê dike. Kes nizane li Sûrê, li Nisêbîn, Cizîr, Silopî û bajarên din çima û ji bo çi armancê Kurd tên kujtin yan wan didin kujtin. Kes nizane çima û ji bo çi meriv bi destê xwe mala xwe û bajarê xwe xirab bike.
Bi kurt û Kurmancî; kes nizane Kurd çi dikin û çi dixwazin. Kes nizane ew çi dikin û çi ji Kurdan dixwazin.

Ê başe bavê min, hinek tiştan ji Tirkan jî bixwazin wî. Ka hûn brayên hev bûn, ka hûn wek goşt û nenûkê bûn. Ka hûn wek Leyla û Mecnûn bûn. Tiştên ku hûn tînin serê Kurdên reben, bînin serê brayên xwe yên Tirk jî babam, ma Tirk can in, Kurd bacan in!

Na na, ez bi serê Xelo û Celo kim, civaka Kurd hatiye xesandin, bûye çeqilmast û hûn sax..

About The Author