Ne mîr e, ne wezîr e

Mîrê Mihelmîyan

Balkêş e, heçê dikeve nava AKP yan jî heçê dibe wekîl û dikeve meclîsa Tirko, bi carekê çerm û eyarê xwe diguhere û dest bi dijminatîya Kurdistanê dike. nizanim ne ji ava meclîsê ye, ne ji nanê meclîsê ye, ne jî ji mûçe û pareyên meclîsê ye, tiştekî ecêb e.

Gerçî wekîlên HDP jî heman lotikan davêjin û li dijî serxwebûna Kurdistanê disekinin. Lê çi hikmet be Orhan Kîroglû (pardon, yanî Mîroglû) balê dikşîne ser xwe.

Parlamenterê AKPê Orhan Miroglu, piştî hevdîtina xwe ya ligel Cîgirê Serokê Amerîkayê Joe Biden, 2 nivîsên qerase di rojnameya Starê ya Tirkî de nivîsandin. Mîroglû di nivîsên xwe de qala niyeta Amerîkayê û avakirina dewleta Kurdî dike.

Miroglû efendî di nivîsên xwe de ji bo pêwendiyên Amerîka û PYDê, guherîna nerînên li dijî Kurdan acizbûna xwe nîşan daye û gotiye: „Heta niha welatên rojavayî digotin ku ji bilî çiyayan dostên Kurdan tunene, lê niha rabûne û dibêjin: Li Rojhilata Navîn ji bilî Kurdan hêzek bejayî bi qasî wan xurt û jêhatî nîn e. Ev neheqiyek e“ filan û fîstan.

Miroglû begefendî navê Kurdistanê mîna „Kurdistana xeyalî“ bi lêv kiriye û ji Amerîkayê xwestiye ku alîkarîya Kurdan nekin da ku Kurd nikaribin dewletek serbixwe ava bikin.

Ê de werin û vî kerî di vî borî re derbas bikin!

Olan oxlim, ji te re çi, pozmezino?

Ma lidijderketina serxwebûna Kurdistanê bi te maye?

Yan ew fîşekên ku dewletê pê laşê te kiribû serad, te ji bîr kirine?

Law tu di nav Kurdan de „Mîr“ î, lê di nav AKP de ne „Mîr“ î û ne jî „wezîr“ î, tu „kizîr“ î kizîr, peppûko!. Heke AKP ji te hez kiribûya, hema bela te kiribûna wezîrek ma çi dibû? Yanî ku yên wek te berdevkîya AKP û dewleta Tirk bikin, hûnê çi biserxin cîgerim?

Law ma tu ji xalê xwe Mûsa Anter jî şerm û fedî nakî babam?

Aha ev in ha gelî lotikvanan.

Kurmên darê ev in.

Tew ne tenê kurm in, zîro ne zîrooooooo!

Mêrdîn

About The Author