Şer û Hezkarên Dewleta Dagirker

Nizamettin Akkurt

Dibe ku ev sernavê nivîsa min ji aliyekî ve hêrsa hinekan rabike û ji aliyê dî ve jî bibe sedemê netêgihiştineka têr. Lewma di serî de divê aşkere bê diyarkirin ku ji ‘şer’ qesd ew e ku şerek di nav bajarên kurd ên bakûrê Kurdistanê didome weke li Silopiya, Sur, Cizîr û hwd. Ji ‘hezkarên dewleta dagirker’ qesd ew e ku gelek partî û kesayetên ku mora ‘siyasetmedar’ li xwe danîne ji dewleta dagirker Turkiyeyê zaf hez dikin û bergeha xwe tim didine wirê.

Çima?

Û ji aliyê min ve kîjan argumentên berbiçav hene ku van îddîayan davêjime holê?

Beriya çendekê partiyên kurd weka PAK, Partiya Azadî û Sosyalîzmê, PDK-Bakur, Hak-Par, Hereketa Azadî û PSK helwesta xwe ragihandin li hember şerê ku li nav bajarên kurdan diqewime.

Çi gotin?

Şer şaş e û dive Tevgera Azadiya Kurd şer bide rawestandinê. Di heman demê de li hember ’xweseriya demokratîk’ derketin û diyar kirin ku ew ji bo kurdan ne çareserî ye.

Yek ji wan partiyan serxwebûna Kurdistanê dixwaze? Na.

Wan partiyan hetanî îro ji bo serxwebûna Kurdistanê şer kirine? Na.

Baş e ew çi dixwazin? Federasyon?

Çi ferq heye di navbera federasyon û xweseriyê de? Ferqeka ku mirov dikare bi hetên stûr di navbera wan de bikişîne tune.

Rayedarên KCD û HDPyê dibêjin ku ew ’xweseriya Kurdistanê’ dixwazin. Ev di bernameya wan de heye.

Xweseriya demokratîk û federasyon herdu jî li cigayek diyarî divên û di karê hundirîn de serbixwe lê di karên derve de bi dewleta netew ve girêdayî ne.

Ev hemû argumentên pûç ku ji aliyê wan partiyan ve tê raberkirin li aliyekî, ma pêwîst nake ku ew partî xwedî gotinek bin li hember teng û topên dewleta dagirker? Li hember ew cenazeyên ku di dolabên qeşayê de têne parastin? Li hember wan dayik, bav û zarokên ku cenazeyên wan bi rojan li kolanan mane?

Na, gotineka wan tune ji ber ku hesabê wan hene.

Ev jî li aliyekî, madem hikumet û niv-dewleteka me heye li başûrê Kurdistanê, çima ev partiyên me bangawaziya alikariyê ji serok û parlementoya başûr nakin?

Di rewşeka ku kurd dibin teng û topan de bin, bi qetlîaman ve rûbirû bin ku alîkarî ji dewleta xwe wernegirin gelo ê bi kîjan hestê wê dewletê weka dewleta xwe bizanibin?

Ku bajarê kurdan ji aliyê dewleta dagirker ve di bin dorpêçê de bin, ku kurd nikaribin cenazeyên xwe biveşêrin, polîs û leşkerên dagirker sivîl zarok, zilam û jinan bikujin û jiyanê li wan vegerînin dojehê gelo peywira kurdekî siyasetmedar ne ew e ku helwesta xwe li hember dagirkeriyê deyne?

Dibe ku mirov xweseriya demokratîk nepejirîne. Divê mafê mirov hebe ji bo rexnekirina awayên çewt. Lê di serî de dive gotineka mirov hebe li hember dagirkeriyê.

Kurd di her demê de hatine kuştin. Di dema ku serî hildane û şer kirine de hatine kuştin û têne kuştin. Lê em ji bîr nekin ku kurd di wan deman de ku şer nekirine jî hatine kuştin. Lewma argumenta ku dewlet ê mafên kurdan bide bi şertê ku aramî hebe pûç e.

Mebesta veşarî a li paş vê argumentê ne berjewendiyên bingehîn ên kurdan lê berjewendiyên kesayetî û biçûk partiyetî hene.

Ez gelek meraq dikim ku hikumet û dewleta dagirker a îroyîn ne neqşîbendî bûya, ne xwedî têkiliyên baş bi hikumeta başûrê Kurdistanê bûya, van partiyan li hember şerê li nav bajarên kurd ê heman helwest nîşan bidana?

Kurdistan post

About The Author