ŞîRET…

ŞEREFXAN CİZİRİ

Mirovên civatekê ku tucaran şîretan li hevdu nekin, raman û fikrên xwe bi hevdu neguherînin, qala tecrubeyên xwe ji hevdu re nekin, li miqabilî hevdu lal bin, kor bin, ker bin, wê çawa karibin sudê ji zanebûna hevdu bigirin? Dîsa mirovên civatekê ku tecrubeyên xwe, ramanan xwe, dîtinên xwe bi hevdu re parvenekin, tam û bêtamîya jîyana xwe îfade nekin, aş û baş li bin gûhê hevdu nexînin, wê çawa karibe şêranî û tehliyê ji hevdu cuda bikin?

Belê…

Civateke bê şêwir, bê şîret û şêwirmendan eşkere ye ku nikare bibe civateke zindî…

Gava ku mirovên civatekê ne amadebin ku li şîretên hevdu guhdarî bikin, şêwirê bi hevdu re nekin, pêwendiyên mirovan jî ji gelek alîyan de formel dibin. Naveroka pêwendiyan wana ne xurt in. Ji bona naverokek xurt ya mirovî, hemû babetên civatan di nava xwe de pêwendîyên dûristî dixwazin.

Di vê tevgirêdanê de gelek caran di civatan de pêwendî hene, tevger û rêxistin hene lê diyalog, guhdarkirin û fêmkirin tuneye. Mirov li ba hev in lê ne bihevre ne! Herkes dibêje ‘’ez têra xwe heme!’’ Lê mirovê ku wilo dibêje cilên wîna hinekin din didirûn, xwarina wîna hinekên din çêdikin, hineke din dikin ku ew têra xwe hebe!

Mirov bi hineke din heye!

Mirovê ku wilo dibêje jî, di rastiya xwe de hayê wîna ji rastîya civatê tuneye. Ew nizane bê kêmasiyên wîna di kuderê de ne, nizane bê çerxa civatê çawa dizîvire, hişmendîyeke wî ya pêşketî û hemdemî tuneye…

Pirsgirêka şîretan jî di vê tevgirêdanê de, ji ber wilo divê were nirxandin.

Berîya her tiştî şîret, parvekirine. Dîtin, raman, tecrube, zanebûn… gava ku bi mirovan re neyê parvekirin nikarin bibin şîret. Mirovê ku ketibe tengasiyê, nikaribe biryarên baş bide, pêşîya xwe baş nebîne, mirovê ku şaşîyan hergav dubara dike û pêş de naçe, hewcedariya wîna bi şîretan heye. Şîret divê di rewşên wilo de bêne kirin.

Ango şîret ji hewcedariyeke mirovî derdikevin holê.

Em dizanin ku şîret ketûber li her kesî jî nayêne kirin. Mirovê ku mirov bixwaze şîretan li wana bike, divê beriya her tiştî pêwendiyeke civakî di navbêna min û van mirovan de hebe. Pêwendîyeke civakî ku rengê kulturî, zimanî, sîyasî, hunerî, bazirganî… negire nabe pêwendî. Pêwendî divê bi rastî pêwendî be, divê xwedî naverok û wate be, divê li derveyî xwesteka min ev pêwendî di civatê de hebe.

Ma pêwendîyên kurdan bi kurdan re ne li derveyî xwesteka wana heye? Berîya her tiştî weke ‘’Kurd’’ pêwendiya wana bi hevdu re heye! Ma mirovekî ku zimanê min fêm neke, ezê çawa şîretan lêbikim? Ma mirovekî ku şîreta min jê re weke nifiran be, ewê çawa şîreta min di hundirê xwe de biserifîne û sûde jê werbigire?

Ma mirov şîretan li mirîyan dike?

Ma şîretên ku li dijminan bêne kirin çiqasî dibin xwedî wate?

İncex mirovên ku xwediyê pêwendîyên civakî bin dikarin raman, dîtin û tecrubêyên xwe bi hevdu re parvebikin. Ji ber ku ev raman, dîtin û tecrube ji bona mirovên ku di navbêna wana de pêwendiyeke civakî heye, dibin xwedî wate.

Gava ku şîret ji bona mirovan bê watê be, wê gavê hewcedarî bi şîretan jî nine. Watebûnî jî bi ziman, bi kultur, bi sîyaset dibe xwedî wate. Ma masîvanekî Grönlandî dikare kîjan şîretên bi wate li şivanekî Kurd bike?

Girêdayî bi van pirs û bersivên ku ez li vir guncav dikim, gotineke bav û kalan heye. Dibêje; heger bi şîretan mirov bihatana guhertin, wê Filehên Darê Misilman bibûna!

Ev jî argumentasyoneke berûpaş e. Ma mirovê ku ji hêla kulturî, ramanwerî û sîyasî de ne amade be ku li mirovan guhdar bike, mirov wê çima şîretan li wana bike?

Gava ku şîret bi pîvanên ‘’maqûl’’ û rasyonel werin kirin, wê gavê guhertin, pêşketin, hevgirtin di xeta ‘’maqûlîyê’’ û aqil de diherike. Lê gava ku şiret ne ‘’maqûl’’ be, ne rasyonelbe peyam û mebest baş nagîhêje cihê xwe. Wê gavê tîr li nîşanê nakeve. Ji ber wilo jî şîretên ‘’maqûl’’ û ‘’ne maqûl’’, bi aqil ne bi aqil divê ji hevdu baş werin cudakirin…

Ma ku herkes li ser dînê xwe be, bl rasti wê çima Filehê Darê Misilman bibin gelo?!

Nusaybinim.com

About The Author