Kurdekan dîsa radestî Erebekan bûn

Şîndar Berwarî

Gotinek heye dibêjin: „Ez li ku dixim, deng ji ku derdikeve“. Xuyaye ev jî mesela me û kakacanên me ye.

Li ser bextê fitne û fesadên Parlamentoya Başûrê Kurdistanê û qûnreşên Bexdayê be, dibêjin Lijneya Wezîran a Hikûmeta Herêma Kurdistanê (HHK) pêşnîyaza Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ya „ji bo ku mehaneyên karmendan bê dayîn, divê hemû dahatên neftê ji Iraqê re bên şandin“ qebûl kiriye.

Wek tê zanîn, Erebên qûnreş ên Bexdayê qûş li Kurdan qetandibû û butçeya Herêma Kurdistanê nedişand, dest danîbû ser pareyên Kurdekan. Kurdekanên me jî biryar dabûn ku petrola Kurdistanê serbixwe bifroşin û bi dahata wê pê debara xwe bikin. Helbet pareyên petrola Kurdistanê nediket bêrîka Kurdên xwelîser. Ew pare bi piranî diket bêrîka bertîlxur, gendel û bazirganên zikmezin. Gava di welatekî de bertîlxur, gendel û diz û çeqel pir bin çi dibe? Helbet ew welat li pataxê dikeve, îflas dike û qûş lê diqete. Aha ew bahoz û tofan bi serê Kurdekan de jî hat.

Axir…

Me dilê xwe xweş dikir, kêfa tanî û me ji xwe re digot: “ Ya rebbî, şikir ji te re! Wa Kurdekanên me petrola xwe difroşin, heke di warê aborî de ji Erebên qûnreş biqetin, wê serxwebûna Kurdistanê jî nêzîktir bibe û êdî wê Kurd muhtacî Erebên qûnreş nebin, ev veqetandina aborî wê rê ji Kurdistanek azad û serbixwe re veke“ û dilê me çargopal lêdixist. Lê piştî vê biryara Lijneya Wezîrên a Hikûmeta Kurdistanê, şeytan bi me kenîya û cêrek ava cemidî bi serê me dabû.

Belê, Heyder Ebadî û qûnreşên hevalên wî gîhan meqsed û miradê xwe û dîsa toqa naletê xistin stuyê Kurdekanên me. Li gor vê lihevhatina nebixêr, wê petrola Kurdistanê bi temamî ji qûnreşên Bexdayê re biçe û wê çavê Kurdekan li ber destê Erebên Bexdayê be heta ku çend qirûş ji wan re bên şandin.

Ez serê we neêşînim, bi kurt û Kurmancî; Kurd dîsa bûn parsekên ber devê derîyên Bexdayê û ala spî, ango ala teslîmîyetê hildan ber perê asîmanan. Îcar wê ev teslîmîyet û hêsîrî çi bandorê li referandûmê û li serxwebûna Kurdistanê bike, ez jî nizanim allahwekîl…

Hewlêr

About The Author