Dîleka me da dû zimanê Kurdî

Firildeq Elî

Hinek Kurdên xwelîser gazindan ji xanim Dîlek Ocalan û hinek wekîlên HDP dikin û dibêjin xwedêgiravî „ew di meclîsa AKP de tu tiştekî ji bo Kurdan nakin“ filan û bêvan.

Erê belkî hinek wekîlên HDP yên Tirk tiştekî nekin, lê bi allahwekîl hinek jî dikin lo.

Aha ji we re xwarzêya me Dîlek Ocalan.

Xanim Dîlek Ocalan, di meclîsa Tirko û virqo de pêşnîyaznameyek qerase da meclîsê û daxwaza perwerdeya bi zimanê zikmakî, ango bi zimanê Kurdî kir.

Dîleka me di pêşnîyaznameya xwe de daxwaz ji meclîsa Tirko û hikûmeta AKP kir ku „qedexeya li ser zimanê Kurdî bê rakirin, zimanê Kurdî bi fermî bibe zimanê perwerdeyê û di zagon û makzagonan de zimanê Kurdî bê himandin“.

Ê başe babam, ka lotika ji vê lotikê xweştir?

Îcar kî bextê xwe xirab dike û dibêje „dîleka me tiştekî nake“ qardaşim?

Ma çavê we lê ye xwe di meclîsê de biteqîne yaw, haalla hallaaaaaa!

Stenbol

About The Author