Xaltîka Fatê û Leyloka Serşûnik

Hevala Fatê, ez ji Amedê dinivîsim, navê min Leyloka Serşûnik e. Berê serê min girover bû, lê hingî dewletê bi şûnikan li serê min xist, bû wek şûnik û telo-melo bû. Îcar ez bêm ser meselê.

Li gor tê gotin, hinek Kurdên betal û jihevdeketî dixwazin li hemberî partiya me partiyên nermik û bermik saz bikin û xwedêgiravî bibin alternatîf. Ma gelo Kurdên betal, jihevdeketî û “ezezok” karin li bimber partî, artêş û hêza me bibin alternatîf yan na? Ez dibêjim ewê gavekê bi pêş de bavêjin û sed gavî bi paş de, wê wek kerên seqet biterpilin û bikevin.

Îcar çi aqilê te ji wan dibire gelo, ma wê karibin kevirekî deynin ser hev?

Leyloka Serşûnik / Amed

—————-

Oho, jixwe serşûnik ji me kêm mabûn, mala minê!

Lao Leylokê, peppûkê, porkurê, me mesela serşûnikiya te fêm kir. Lê ez dibêjim serê te ne ji ber şûnikan lê ji ber mîrkutên Demokratîk Cûmhûrîyetê telo-melo bûye te go çi!
Te go hinek Kurdên betal û jihevdeketî dixwazin partiyekê çêkin û Kurdistanê azad bikin?

Na lêêê!

Çima qey heta niha di guhê gê debûn, qey di xewa giran debûn go niha veciniqîne!

Keçê bi xwedê ewê wek rovî bizîvirin û dîsa bên koxa mirîşkan haa!
Keçê ma piştî go hasil gîhaye Mûsilê û her tişt bûye çirik û virik, wê xwelîya kîjan gundî li serê xwe bikin û bibin alternatîf keçko? Ma ew lotikvan û zîtirkvanên go ji 1980î û heta îro partî û rêxistin ji hev tar û mar kirin û kevir li ser kevir nehiştin, piştî 35 salan wê karibin çi gûyî bixwin? Keçê law di xortanîya xwe de tirr di wan de nemabû, ma wê di yextiyarî û kalbûna xwe de karibin çend heviran deynin ser hev hey te serê min xwarê!

Na na Leyloka Serşûnik, qet netirse û bela dilê te rehet be..

Law hûn û partîya we hûn li hespê rewan siwar bûne û we berê xwe daye xezebê.

Lê ew xwelîserên betal û tiral?

Û ew xwelîserên devjen û zimandirêj?

Ew jî li kerên seqet, kulek û piştkurmî siwar bûne û xewn û xeyalên serxwebûn û dewletbûnê dibînin.

Yanî wek çiye tu zanî serşûnikê?

Wey mirîşka go di xewna xwe de garis dibîne ha.

Ew jî di xewna xwe de dibînin go bûne alternatîf, pişta PKK, HDP û demokratîk cimhûrîyetçîyan şikandine û bûne mîr û wezîr, çawîş û başçawîşên Kurdistanê.

Na na Leyloka Serşûnik…

Guh medin siwarên kerên kulek keçko, xêr ji kerên seqet û kulek dernakeve. A baş hûn hespê xwe bibezînin û serê hefsarê hespê berdin..

Lê hespê xwe ne ji bo Tirkayetî û bratîya xelklerin quzêkerêlerî bibezînin haaa, eman eman!

Heke we hespê xwe bezand, ji bo Kurd û Kurdistanê bibezînin û tu sax…

About The Author