Kesî kurtanek li vî mexlûqatî nekir law!

Firildeq Elî

Bav û kalên me gotine „Ji hirçê post û ji Tirkan dost çênabe“. Lê mixabin îro gellek Kurdên xwelîser ji Kurdan zêdetir Tirkan ji xwe re dost û hogir dibînin.

Di mijara Kurd û Kurdistanê de Tirk hemû yek in. Yek dest in, tek deng in, yek helwest in. Tenê em Kurdên xwelîser ne yek in, ne xwedîyê helwestek Kurd û Kurdistanî ne. Tirk hemû Tirkperest û Tirkistanî ne, em Kurd jî xwe bi wan ve dileziqînin û kurtanên wan li xwe dikin.

De binerin bê çeqilmastê Tirk Engîn Ardiç çi nivîsandiye û çi zîtirkên Tirkistanî avêtine Kurdên xwelîser.

Engîn Ardiç nivîskarê rojnameya Sabah e û oxlim nêzîkî AKP ye, dîn dijminê Kurdan e.

Oxlim di nivîsara xwe de berê xwe daye bavê xwe Atavirq, gilî û gazind jê kiriye û gotiye: „We Ermenî jêkirin, we Rûm şandin, we Ereb nasnekirin, çima we rahişt Kurdan? (çima we Kurd li kolîna xwe kirin û li ber barê wan rabûn)“ filan û fîstan û kefenê 101 bavê Ardiç.

Yanî, oxlim ji Atavirq re dibêje ku „Çima we Kurd jî jênekirin û nekujtin“ ha.

Aha Tirkên wek Engîn Ardiç dewşîrme û çeqilmast ev mexlûqat in. Ne ji wan dost çêdibe, ne jî post û mast.

Erê lo…

Xuyaye gunikreş di nav me Kurdan de nemane ku li vî mexlûqatê xwedê siwar bên û hefsar têxin serê wî bavo..

Yabo ma ne mexlûqatek e, ne dudo ne, ne deh û ne hezar in wî.

Emê li kê siwar bên û li kê siwar neyên em jî şaş bûne allahwekîl..

Stenbol

About The Author