Kêmî 100 î qebûl nabe

Sosin Bermal

Ya rebbî tu kesî şaş neke, û te şaş kir jî haş neke!

Wek hûn pê hisiyane, li bajarê Karaman ê Tirkîyê, mamosteyê Weqfa Ensar M.B (weqfa partîya AKP ye) tecawizî 45 şagirtên dibistanê kiribû (zarokên nêr). Helbet ev 45 zarok tenê yên eşkere ne, îcar yên ne eşkere û veşartî jî nayên zanîn.

Axir…

Li şûna ku rayedarên dewleta Tirk û hikûmeta AKP vê sosreta kesanedî şermezar û rûreş bikin, xwedî lê derdikevin û tecawizkirina zarokên nêr disediqînin, pîroz dikin.

Wezîra Malbat û Polîtîkayên Sosyal Sema Ramazanoglû, xwedî li mamosteyê kurê kerê derket û tecawizkirina 45 zarokan parazt.

Xanima jihevdeketî û mejîgennî Ramazanoglû, di televizyonan de got: „Bi carekê xem nake (yanî tecawizkirina 45 zarokan yekem car dibe û xem nake, zêde mezin nekin). Weqfa me xizmetên mezin ji xelkê re dike, ma carekê zarok hatibin tecawizkirin pir e, ma ecêb yan qebhet e. Em Weqfa Ensa nas dikin û xizmetên wê jî bilind dinirxînin (tecawizkirin jî xizmetek e)“ filan û fîstan.

Îcar hesab li cem we gelî xwendevanan.

Gava wezîra dewletê xwedî li tecawizkirina zarokan derkeve û vê xizmeta weqfa xwe bilind binirxîne, wê xelkê reben çi gûyî bixwe..

Haa, birastî lê birêz Ramazanoglû, heke wî mamosteyî tecawizî zarokên te bikira û qûn li wan biqetanda, te yê bigota çi gelo?

Yam em bêjin 45 zilaman tecawizî te û zarokên te bikira, te yê bigota çi keçko?

Werhasilî kelam, li gora Sema Ramazanoglû, tecawizkirina 45 zarokan ne qebhet e.

Na na, kêmî 100 î nabe allahwekîl..

Heke tecawiz di binê 100 zarokî re be, ne qebhet e, ne guneh e. Lê ku bi ser 100 î ket, belkî Sema Ramazanoglû û doxînsistên mîna wê daw û delingên xwe hildin wesselam…

sema2

About The Author