Seferberiya demokratîk

Her tişt demokratîk dibe, çima wê seferberîyek demokratîk jî tunebe? Aha mamê me Cemîl Bayik dest bi seferberîyek demokratîk kir.

Ê de seferberîya demokratîk bixwînin û bibin xwedîyê îmanek demokratîk qurban..
—————–

Cemîl Bayik

Tayyip Erdogan ji bo ku rewşa ku Tirkiye û cîhan xistiyê, veşêre û rastiyan berovajî bike, niha jî li dij Tevgera Azadiya Kurd tevgera seferberiya qaşo li gor ruhê Melazgir, Çanakkale û rizgariya neteweyî banga şer û seferberiyê dike. Di dijminatiya beramberî Kurdan de sînoran nas nake û qala ji nû ve li niştimanê vergerandina van xakan dike. Bi vê yekê re dixwaze desteka ji bo dijminatiya li hember Kurdan û şerê qirêj zêde bike. Di dawiyê de lê mikur hat ka AKP gihand asta partiyeke çawa. Bi gotina, „Bi MHP’ê re ne asgarî, aliyên me ên hevbeş ên azamî hene“, rûyê xwe yê rast nîşan da: Ev jî dijminatiya li hember Kurdan û tevkujiya li dijî Kurdan e. Bi şêwazekî din şîrovekirina vê banga Tayyip a ji bo MHP’ê wê were wateya çavgirtina li rastiyê.

Mîna ku PKK Tirkiyeyê parçe dike nîşan dide û Tayyip Erdogan seferberî îlan kir. Bi vê yekê re dixwaze şerê xwe yê kirêt rewa nîşan bide. Ti têkiliya şerê ku dewleta Tirk dimeşîne bi şerê Melazgir, Çanakkale û Şerê Rizgariyê re tune ye. Berovajî di şerê Melazgir, Çanakkale û Şerê Rizgariyê de yên li kêkela wan cih girtin û destek dan wan da ku Tirk li van xakan bibin xwedî hebûn niha di hedefa êrîşan de ne. Berovajî têkiliyên dîrokî yên Tirk-Kurdan, di nava polîtîka û pratîkekê de ye. Kurd welatê ti kesî parçe nakin; li welatê xwe jiyaneke azad û demokratîk dixwazin. Berxwedana xwerêberiyê jî ji bo wê ye ku Tirkiyeyê bikin welatê hevbeş. Ji ber vê yekê jî gotinên mîna cudakarî heye, em parastina welêt dikin, bi tevahî derew û demagojî ne. Ya rastî, dixwazin Kurdan tine bikin û ser wê polîtikayê bigirin ku dixwaze li welatê wanKurdan bikin kole.

Ên li Tirkiyeyê cudakariyê dikin; Tayip Erdogan û hikûmeta AKP’ê ne ku yekîtiya gelê Kurd bi gelê Tirk re asteng dikin. Kurd dixwazin li welatê hevbeş di nava netewa demokratîk de bijîn. Beyî ku rê bidin tevlîhevî û nezalaliyeke biçûk ev yek ji aliyê bîrdozî û polîtîk ve raxistine ber çavan. Lê belê Tayyip Erdogan dibêje welatê hevbeş, jiyana hevpar tune ye; ez ê Kurdan tine bikim. Bihevrebûna cudatiyan wê nebe; yekparêzî wê hebe, em ê we bikin Tirk. Polîtîkaya dimeşînin ev e; muşterekî ango hevbeşiyên bi MHP’ê re jî ev in.

Bi van polîtîkayan Erdogan û AKP cudakariyê dikin. Li dij vê ferasetê seferberiyeke demokratîk pêwist e ku yekîtiya demokratîk ava bike. Li dij bloka faşîst a Tirkiyeyê ya xwe disipêre AKP-MHP’ê, divê bloka demokrasiyê û seferberiyeke bi vî rengî pêk were. Li dij faşîzma AKP’ê seferberiya demokratîkkirina Tirkiyeyê! Li dij seferberiya şer a li dij gelê Kurd û hêzên demokrasiyê, seferberiya demokrasiyê û aştiyê pêwist e. Di rewşekê de ku Erdogan di vê astê de dijminatiya demokrasiyê dike, hîna jî belavbûyî mayina hêzên demokrasiyê, di muşterekên asgarî de negihiştina hev, nayê qebûlkirin. Di wê rewşê de ku eniya faşîst di muşterekên azamî /hevbeşiyên herî zêde de gihiştiye hev, divê hêzên demokrasiyê jî demildest di hevkariya herî kêm /muşterekên asgarî de bibin yek. Li derdora bernameya demokrasiyê û aştiyeke adil bicivin.

Tayyip Erdogan bi şev û bi roj tim diqîre ku ew natirsin, ew ê bitirsînin. Di rastiyê de tirsa têkçûna di şerê kirêt de ketiye dilê wan. Ji encama şerê kirêt û wê hesabî ditirsin ku di dawiyê de bidin. Doh li kursiyê meclîsê qîre qîre Davutoglu jî nîşan dida ka çiqasî di rewşeke tengav de ne. Erdogan û Davutoglu hewl didin li ser piyan bisekinin. Di rastiyê de mîna yê ku di ber goristanê re derbas dibe, li fîtikan dixe Davutoglu jî bi qîre qîrê hewl dide tirsa xwe ji ser xwe bavêje. Ev qêrîn di ratiyê de mikurhatina li tengezariyê ye ku şerê kirêt ê dimeşînin ew xistine navê.

Dibêje, teror wê têk biçe, gel bi ser keve. Pirsgirêka tu kesî bi gelê Tirkiyeyê û netawa Tirk re tune ye. Lê belê Tayyip Erdogan hewl dide, gel û miletê Tirkiyeyê bikê şirîkê şerê xwe yê kirêt. Ev polîtîka ya faşîst e ku dimeşînin. Lê belê heta astekê bandora wê yekê hebe jî piştî demekê wê rastiya AKP’ê were dîtin, civaka Tirkiyeyê jî li dij AKP’ê bibe xwedî helwêst.

Kurdekî ku ji qîrên Tayyip Erdogan û Ahmet Davutoglu bitirsê tune ye. Rast e, desthilatdariya AKP’ê zalim e. Zalimbûna xwe bi qetilkirina sivîlan û wêrankirina bajaran nîşan da. Lê belê ev ji tirsê bêhtir hêrsa Kurdan zêde dike. Li dij vê hêrsê desthilatdariya AKP’ê wê têk biçe. Tevahiya gelên Tirkiyeyê wê bi ser kevin. Jixwe Tayyip Erdogan û Davutoglu bi vê tirsê dijîn.

AKP tim PKK’ê mîna hedef nîşan dide û dixwaze bi vê yekê hevkariya sûc a bi DAIŞ’ê re dimeşîne veşêre. Qet ne mewz û behs e ku AKP karibe ji têkiliya kirêt a bi DAIŞ’ê re rizgar bibe. DAIŞ a ku hikûmeta AKP’ê ew xwedî kir û mezin kir, careke din êrîşê Ewropayê kir. Careke din em destnîşan bikin ku hikûmeta AKP’ê jî berpirs e mîna yên ev tevkujî pêk anîn. Di serî de jî Gladyoya Qesrê û Tayyip Erdogan berpirs in. Dîsa Hakan Fîdan ê ku Tayyip Erdogan wî mîna, „kupikê sirê min“ bi nav dike, perpirs e. Erdogan ji bo Ewropa û DYE’yê bikişîne nava polîtîkayên xwe, El Nûsra û DAIŞ’ê mîna amûreke siyasî bi kar tîne. Di nava DAIŞ, El Nusra û Ahrar El Şam de Rêxistina Îstîxbarata Tirk, MIT bi bandor e. Gelek çalakiyên wan bi koordine an bandorkirina MIT’ê pêk hatine.

Di serî de Tayyip Erdogan, hesabê êrişa Stenbol û Belçîkayê divê ji hikûmeta AKP’ê were pirsîn. Ahmet Davutoglu li ser rexneyên ku CHP’ê lê kirin, dibêje, „Ma li Ewropayê di vê mijarê de muxalefet hikûmetê sûcdar dikin“ û dixwaze xwe bêguneh nîşan bide. Muqayesekirina xwe bi Ewropayê re, demagojî ye; ji bo sergirtina sûc e. Desthilatdariyên li Ewropayê DAIŞ xwedî nekirin û mezin nekirin. Bi zanebûn û plan destek nedane DAIŞ’ê. Mîna desthilatdariya AKP’ê bi polîtîkayên xwe, rêxistinên îstîxbaratê vekirî DAIŞ bi hêz nekirin. Bêgûman divê ji desthilatdariya AKP’ê ya DAIŞ xwedî kirî û mezin kirî hesab bê pirsîn.

Ji şerê li dij gelê Kurd hate destpêkirin û ji encamên vî şerî jî hikûmeta AKP’ê berpirs e. Tayyip Erdogan û hikûmeta AKP’ê ne yên ku hevdîtinên li Îmraliyê qut kirin, Mutabaqata Dolmabahçeyê red kir ku ji bo Tirkiyeyê hêvî afirandibû, li dij Rêberê Gelê Kurd tecrîd meşand; hilbijartinên 7’ê Hezîranê tine hesibandin û bijarka çareseriya demokratîk ji holê rakir û bijarka şer danî pêşiya Tirkiyeyê. Bêgûman wê hikûmeta AKP’ê ji ber polîtîkayên şer ên hundir û derve, û encamên afirandî, hesab bide.

Heger Ewropa ji çalakiyên DAIŞ’ê Tayyip Erdogan û AKP’ê berpirs negire, ev wê were wateya bêceza mayîna sûcdar. Yan jî gerîna li sûcdar a li cihekî din. Heger nebînin ku hikûmeta AKP’ê û hevkarê wê DAIŞ xwedî kirin, wê li beramberî mexdûrên tevkujiyên DAIŞ’ê hemû bikevin rewşa sûcbariyê.

YENİ ÖZGÜR POLİTİKA

About The Author