Atom Miftî!

Demokratîk Miftî

Qencên wan ji pisîn wan tirovirotir, pîsên wan ji qencên wan çeqilmasttir. Ne qencên wan, ne jî pîsên wan. Serê dêr bi gû ye, binê dêr bi gû ye. Û em Kurd jî di navbera herdu gûyan de mane wesselam. Ne çepên wan çep in, ne jî misilmanên wan misilman in. Tevde dijminên riknê milletê Kurd in wesselam..
mufti

Ê de ji xwe re li tarikselat û çeqilmast, li miftîyê dewleta Tirko binerin bê miftîyekî çawa ye û li ser navê xwedê û pêxember çawa dijminatîya mirovan û Kurdan dike.

Miftîyê dewleta Tirko Mustafa Polat, li Stenbolê di mizgefta Merkez Gazîosmanpaşa de dest bi lotik û zîtirkên bergîlkî kir û çend tir û fisên gennî kirin.

Oxlim Mustafa Polat, di gotinên xwe de behsa ayet û hedîsan kir û piştre jî gotin anî ser Amerîka, Rûsya û Kurdan.

Û kurê nizanim çi çi bêje başe?

Dibêje: „Berî niha jî min behsa tenq û topan kiribû. Ji ber wê jî, navê min wek miftîyê tenq û topan derketiye.Ez niha dibêjim ku êdî tenq û top têr nakin, balafir têr nakin, fûze têr nakin, divê em çekên nukleerî û ji atomê xurttir çêkin. Ne wilo be Amerîka, Rûsya û kafirên din ji me natirsin, terorîst ji me natirsin“ û pê de çûye.

Aha miftîyên dewleta Tirko jî ev kundir û zebeş in qurban.

Miftîyên ku divê kar û barê wan xizmeta olê û xizmeta îslamê be, radibin bi navê xwedê, bi navê pêxember û ola îslamê siyaseta dewleta xwe dimeşînin, xwedê, pêxember û îslamê dixin bin xizmeta berjewendîya welatê xwe. Yanî, ji wan re bratîya ummetê, bratîya misilmanan çîrok û çîvanok in. Ku mesele bû Kurd û Kurdistan, ne bratî dimîne, ne jî xwedê û pêxember, tev dibin Tirk.

Ez serê we neêşînim, ji berê de dibêjin: „Nanê Tirkan li ser kaba wan e“ keko. Qencên wan jî ew Tirk in, pîsên wan jî ew virq in wesselam…

Stenbol

About The Author