Ev siyaset e, an rezalet e?

Akîf Hasan

akif_hasanHêviya gelê me bû rojek were azad bihizire, azad bifikire, lê ne bi vê rezaletê.

Hêvîya gel ew bû rojeke were yekîtiya xwe ava bike, lê ne bi vê qebahetê.

Heger em vê bêmerêziyê nebînin, emê bêmerêz bimînin.

Heger em bêdeng bimînin, rojek wê were em bê ziman bimînin.

Mûhra îxanetê kirine destê xwe, geh li çep didin geh li rast.

Kî hestên xwe yên heqîqî derîne mûhrekê dixwe. Kî hizrên xwe yên heqîqî derîne mûhrekê dixwe.

Tenê di sîstemên dîktator de, mûhra îxanetê li eniya rikberan dikeve.

Gelo me ewqas şehîd dan, me ewqas zorî kişandin ji bo em vê mûhrê bikar bînin? Gelo ji bo em devê mirovên xwe bi qeyd û zincîran girêbidinn?

Sibeha, nîvro û êvaran, rojê sê danan bi gotinan diçin tewafa demokrasiyê, bi gotinan demokrasiyê dikin qublet û ke’be, lê liser canê wê rojê sed fatîheyan dixwînin.

Ev çi demokrasiya bê demokrat e?

Gerek ji dila كفاكم خيانة

Em ji wan re bêjin كفاكم التخوين

About The Author