Kerxaneya demokratîk

Tecawizcî Coşqûn

Nizanim ne ez xurifî me, ne jî ev dolheram û zinêkarên ku li ser navê îslamê zinê dikin xurifî ne. Ji zewaca bi zarokên yek salî re bigirin, heta bi zinêkarîya keç, dê û metik û xaltîkên xwe bigirin, her cûre fitû derxistine û bi wan fitûyan gûyekî helal dixwin. Kerxane û zinêkarîya helal mabû, (ji xwe li Îranê ew tişt heye) wa
bertîl û rişwetxura sergirtî û binvekirî Hilal Kaplan xanim efendîlerî ew jî pêşniyaz kir.

Xanima sergirtî û binvekirî, nivîskar û mirîda hikûmeta AKP Hîlal Kaplan, pêşniyazek qerase avêt holê û got: „Yan bela kerxaneyên me bên girtin, yan jî bela kerxaneyên me li gor destûr û adetên îslamê bên çêkirin. Ji bo ku insanên me zinê nekin û gunehbar nebin, bela li her kerxaneyekê melleyek bixebite û bi rêya mehra „mûta“ mirovên me ji zinê xilas bibin. Bi destûra xwedê, wê AKP vê şoreşê jî pêk bîne“ filan û fîstan û kiras û xeftanê Hîlal Kaplan.

Wek hûn zanin, li Îranê mehra „mûta“ heye. Yanî mehr û zinêkarîya bi seetan, rojan û deqîqeyan. Zilamê ku bixwaze zinê bi jinekê re bike, di wê kêlîyê de bi rêya mellê mehra demkî (ji bo nîv seetê, seetekê yan rojekê) davêje ser jinikê û kêfa kîrê xwe dike. Yanî, mehra îmamê çaroxî ha. Aha zinêkarîya helal jî ev e.

Ez serê we neêşînim gelî zinêhezno, wê di demek nêzîk de „kerxaneyên îslamolojîk, demokratîk, ekolojîk û helalojîk“ bên vekirin û êdî zinêkarîya heram namîne.

Ê naxwe bijî nîhandina helal!
Bijî xistin û derxistina demokratîk!

Stenbol

hilal kaplan.2Jpeg

About The Author