Ziman û siyaset!

Laleş Qaso

Li gora min, li bakurê welêt çewtiya rêxistinên me a herî mezin ew bû ku Kurdistan perçeyekî dinyayê dîtin û tevgera xwe a siyasî jî li gora reng û dengê dinyayê gerandin. Kurdistan ne perçeyê dinyaya emperyalîst û ne jî a sosyalîst bû; ew perçeyekî dojehê bû. Zebanî û Zulcelalê vê dojehê ereb û faris û tirk bûn û tevgera wan a siyasî jî divabû li gora qeyd û mercên dojehê reng û deng veda. Li dojehê mirovahî, demokrasî û îbadeta xwedayî derbas ne dibû, pevçûna bi haweyê ÎRAYî derbas dibû. Û heta ew pevçûn ji doh bêhtir îro li me ferz bûye.

Li dinyayê tişt tiştek bû û li Kurdistanê jî ew tişt tiştekî din bû. Li dinyayê belkî dibû ku mirov mîna cezayiriyan ji bo demeke kurt, di siyasetê de zimanê biyanî bi kar bianiya û dû re dîsa li zimanê bav û kalên xwe vegeriya; lê li Kurdistanê ev ne wilo bû. Kurdê gava ku ji zimanê xwe dibû, nema li zimanê xwe vedigeriya. Ew êdî bi îdentîteta xwe dibû endamê miletekî din. Ji ber wê yekê ye ku li Kurdistanê ziman û siyaset du tiştên tam girêdayî hev bûn. Kurd bi zimanê xwe li ser lingan bûn û bi siyasetê jî wê ew kurd têketana tevgereke miletî. Ziman dil û siyaset jî mejiyê kurd bû. Dilê gava ku sekinîba, mejî jî pê re vedimirî. Yanî gava mirov dev ji zimanê xwe berda, mirov ji kurdayetiya xwe jî dibû. Li Rohilata Navîn çi xelkê ku ji zimanê xwe bi dûr ketibûn, wilo jî ji qada tarîxê ketibûn û winda bûbûn. Laz nimûneya herî dawîne. Rohilata Nanavîn herêmeke islamî bû û islama vê herêmê jî ji bilî ereb, faris û tirkan, hêsîrî pişka ezel dabû xelkên wekî din.

Di tarîxa ronakbîrî û sereketiya miletê me de, ronakbîr û serekekî ku bi kurdî nizanîbû çênebûbû. Û heta, çend kes ne tê de, temamê serek û ronakbîrên me ên ku ji salên 1970î ve hêdî bi hêdî dest bi siyasetê kiribûn jî bi kurdî baş dizanîbûn. Îcar digel wêqas kêmaniya wan, li gora min, exlaqê wan ji ê îro bêhtir kurdî û siyaseta wan jî ji a îro pir li pêştir bû. Di wan de cewher hebû. Lê piştî ku serek û ronakbîran zimanê xwe ji bîr kirin, bi tirkî rahiştin doza kurdî û siyaset gerandin, îcar ne ew kultur û exlaqê kurdî û ne jî cewherekî kurdîtiyê li ba wan ma. Tarîxê peyitand ku siyaseta bi zimanê tirkî, kurd ji kurdan bêhtir ber bi tirkan ve biriye, tirk di çavên kurdan de hîn mezintir, zimanê wan kubartir û dostanî, hevaltî û biratiya bi tirkan wek destketineke mezin xistiye serê kurd.

Ziman û siyaset!

Li gora têgihiştina min, li bakurê welêt, bi giştî ji salên 1990î û vir ve, zimanê kurdî bi siyaseta kurdewariyê ve hatiye girêdan. Kurdên ku hîn ji destpêka tarîxê de bi zimanê xwe kurd bûn, komînîkasyonê û zilma dewletên kurdkuj, ew xistine neqebeke wilo ku heger siyasetê nekin, wê bi zimên re hertiştên kurdî jî têk biçin. Doh bêyî ku kurdan siyaset bikirana bi zimanê xwe kurd bûn, lê ew dewr hat guhertin. Îro kurdê ku siyaseteke kurdî neke, li himberî asîmlasyonê wê nikaribe xwe li ser lingan jî bigire. Di roja îro de, ziman û hebûn û nebûna me a miletî yekser bi siyaseteke kurdistanî ve hatiye girêdan. Siyaset serxwebûn û azadiyê bi xwe re tîne. Li tu derê cîhanê tu xelk bêyî ku siyasetê bike, azad ne bûye. Di siyaseta milî de, mirov bi hertiştê ku dijminahiyê bi tiştên mirov re dike, di şer û pevçûnê de ye. Li Kurdistanê siyaseta milî, bûye maka temamê rengê liberxwedan û pevçûnan. ”Milîyetçitî” ne ew e ku mirov bi zimanê xwe bipeyive, bixwîne, binivîsîne û ji bona serxwebûn û azadiyê li ber xwe bide. Em miletek in. Zimanê mirîşkan, elok û zerzûlan jî heye. Ma mirîşk, elok û zerzûl jî milîyetçî ne gelo?

Rasterast

About The Author