Ahê HDP ji Dawûdoxlî re nema

Firildeq Elî

Serokwezîrê Tirko, profesorê kinik û kurtik, sofîyê bajarê Konyayê Ahmet Davutoglû jî ket ber xezeba serokê xwe Erdogan û lotikek qerase xwar.

Ji zû de dihat behskirin ku Davutoglû di çavê Erdogan de reş bûye û yê çûnê ye. Lê di hevdîtina dawîn de, Erdogan da bin dûvê serokwezîrê xwe û biryar da ku kongreya AKP li dar bixe û serokwezîrekî nû û serokekî nû ji AKP re hilbijê re.

Fitne û fesad dibêjin ku belkî „Erdogan zavayê xwe Albayrak bikeserokwezîr“ filan û fîstan. Hinek jî behsa Bînalî Yildirim efendî dikin. Ew Bînalî Yildirim ê ku ji sibê heta êvar li ser navê îslamê gendelîyê dike. Ewê ku kurê wî di 30 salîya xwe de bûye mîrê keştîyên petrolê û li qumarxaneyên welatên Asya de bi qumarê dilîze ha.

Axir..

Profesorê kinik û kurtik Davutoglû kir û nekir nikarîbû xwe li ber dilê paşayê Tirkîyê Erdogan şîrîn bike. Rebeno heta bi rakirin û qewirandina wekîlên HDP jî anî rojeva meclîsê. Lê dîsa jî pelûla germ bi serê wî de rijîya û ji ber xezeba Erdogan xelas nebû.

Ê de bixwe ha Dawido!

Law te çi ji HDP û wekîlên wê dixwest oxlim?

Te dît ne?

Te bela xwe li HDP û wekîlên wê xist, bela te li te vegerîya û serê te xwar cîgerim.

Werhasilî kelam, ahê HDP ji profesorê me re nema. Berî go wekîlên HDP terka meclîsa Tirko bikin, wa Serokwezîr Dawido çente û xurcika xwe amade dike û pişta stuyê xwe dixurîne wesselam.

Ê de bay bayyyyy mîster Dawidoxlî, baybay!

Stenbol

davutoglu_1_0 Kopie

About The Author