Xetîbê me dîsa kir şeqşeq

Pişo Mihemed

Tu dibê qey şêwirmendîya dewleta Tirk tenê bi Kurdan maye. Tu dibê qey Kurd û Tirk ji kîr û quzekî ketine, ewqasî ku hinek Kurdên me xwedî li yekrêzî û yekparîya dewleta Tirk û sînorên wê derdikevin.

Law oxlim, yan wê perdeya Kemalîzmê ji ser rûyê xwe bavêjin û rasterast dijminatîya Kurdan bikin, yan jî bi wan lotikên germik û nermik li ser navê Kurdan Kurdan nexapînin û di kefenê 101 bavê wan de nemîzin, wey!

Law ji me re çi bratîya Kurdan û Tirkan?

Ji me re çi yekrêzî û yekparçebûna dewleta Tirko?

Ma kengî em ji dêlika Asenayê pijiqîne ku em bûna brayên cewrikên wê dêlikê yaw?

Hawara xwedê, welle û bille û tille, ji kerbê van xwelîserên me ez kezebreşî bûme, hayhooooooo!

Axir, mesela me li ser lotika xalê me Xetîp Şeqşeq bû.

Xalê me Xetîp Şeqşeq û çend hevalên xwe di dema DEP ê de (1994 bû ne xelet bim), ji meclîsa Tirko derxistin, berê wan dan zindanê û 10 salan di zindana Diyarbekirê de lotik avêtin. Xuyaye xalê me Şeqşeq wan rojan di bîra xwe nayne û hişê xwe nayne serê xwe. Piştî ji girtîxanê derket, mêrik 180 derece zîvirî, guherî û bû dijminê Kurdistanê, Kurdistan avêt teneka zibil û bû Kemalîst, bû berdevkê yekrêzî, yekparî û bratîya dewleta Tirko. Îro jî heman lotikan davêje û yekîtîya sînorên dewleta Tirko ji xwe re kiriye armanc û qible.

Ê ji te re çi babam?

Xalê me Şeqşeq, vê dawîyê dîsa kir teq û req û li ser wekîlên HDP axivî. Ji ber ku dolheramên meclîsa Tirko dixwazin wekîltîya wekîlên HDP rakin û wan ji meclîsa xwe bavêjin der, xalê me Şeqşeq aciz bûye, kirasê xwe çirandiye û gotiye: „Heke wekîlên HDP ji meclîsê bên avêtin, wê cudabûn di serê Kurdan de bê vejandin û Kurd doza cudabûnê bikin. Yekrêzî û yekparîya Tirkîyê ne tenê erka me ye, erka wan e jî (yanî erka AKP, MHP û CHP ye jî)“ filan û bêvan.

Halla hallaaaaa û ya siphan allah!

Yaw xalo can, yekrêzî û yekparîya dewleta Tirk erka AKP, MHP û CHP ye, em zanin û me fêhm kiriye. Lê tu? Çi mecbûrîyet û erka te heye ku tu ji Tirkan zêdetir dewleta Tirk biparêzî û li dijî cudabûna Kurdan derkevî babam? Law Tirk we di meclîsa xwe de, li paytextê xwe naxwazin wî, ma hûn ji xwe jî şerm û fedî nakin ku hûn wek şîrêzê bi dawa wan ve dizeliqin? Yaw ma bi darê zorê bratî dibe qardaşim? Ma heta kengî hûnê brayên jinbavê bin cîgerim?

Bes e yaw, welle û bille bes e xalo can!

Amed

About The Author