Şêx xwedî li qûnekan derket

Abdûllah El Kurdî

Wek hûn zanin, dîroka homoseksuelîyê (bi Kurdî qûnekî, qûnektî – bela kesek dilê xwe negire) dîrokek kevnare û dûdirîj e. Ji qewmê Lût bigirin, heta bi împaratorîyetên Bîzans, Roma û Osmanî hatiye û îro jî heye. Hinek îslamîst û misilmanên îro bi namûsa xwe sûnd dixwin ku ev cûreyê zayendîyê di dema Mihemed pêxember de jî hebû û îro jî heye.

Axir…

Alim û zanayê Îslamê Şêx Salman al Olah ê Siûdî Erebistanê, xwedî li qûnek û qûnektîyê derket û got: „Her çiqasî qûnektî di hemû pirtûkên Semîtîk de wek guneh bê dîtin jî, li vê dinyayê pêwist nake ku ew rastî cezakirinê bên. Heke qûnektî guneh be, ev di navbera kesên qûnek û xwedayê wan de ye, pirsgirêka wan e. Her çiqasî di îslamê de qûnektî wek gunehkarî tê dîtin jî, bawer bikin ew kesên ku qûnekan gunehkar dibînin, ji wan qûnekan gunehkartir in. Bi cezakirin û îdamkirina qûnekan, kesên ku ceza didin wan zêdetir gunehkar dibin“ filan û fîstan û kiras û xeftan.

Salman al Olah ji ber van dîtin û helwestên xwe yên demokratîk berî çend salan bi pênc sal ceza hatibû darizandin û ketibû zindanê. Di Twîtterê de zêdeyî 8 milyon şopgerên Salman efendî hene. Salman al Olah di wê bawerîyê de ye ku divê zilam tenê bi yek jinê re bizewice û li çûna lêdan û kotekê, bi evîndarî nêzîkî jina xwe bibe, li jinê nede, lê ji wê hez bike.

Werhasilî kelam, va Şêx Salman al Olah fitû ji qûnek û qûndeyan re derxist gelî lotikvanan. Cezakirin û lidijderketin ne erk û karê me ye. Ew di navbera qûnek û xwedayê wan de ye. Wek dibêjin, „Mîh bi lingê xwe, bizin bi lingê tê daliqandin“ û hûn sax..

Erebistan

About The Author