Erdoxan û Kurd

Ahmedê Berazî:

ahmedeberazi@yahoo.de

Welehî û bilehî û tilehî
Ku ji min bê ez bi qasî vê tiliyê jî maf nadim Kurdan û devera destê Kurdan bighiyê bera serê xwe têxinê, ez ji bav û bapîrê xwe neçêtirim. Mast û sed carê din mast!

Kuro welehî û bilehî û tilehî ku Kurd li ser qula xwe rûnenin, ezê ji Hitler xerabtir bînim serê wan, ezê bikim ku li Ateturk û Îsmet poşman bibin,
Ezê bikim ku xwezya xwe bi dema Ermeniyan bînin.

Ev Kurd hîn min nas nakin û hîn hêrsa min nedîtine.

Ez dibêjim:

Kurd tunene!

Kurd Tirk in!

Kurd nankor in!

Kurdistan mirdistan tuneye!

Serokeşîr nabin mirov!

Yaho Kurd ne tiştek in haaaaa û ha ev qûça Kurdan! Heqê wan hebe bera werin ji qûna min derînin.

Kuro Ez Erdoxan im, neviyê Selcûq û Temerlinga me..

Ez neviyê Siltan û Paşa me..

Ez ji Hitler wêdetir im, ma hûn min nasnakin oxlum!

Alehwekîl, Alman bi xwe jî ji min ditirsin, Kuro dunya tev ji min ditirsin oxlummmmm!

Îcar niha hûnê çend palês û zugurdên Kurdan min bitirsînin?

Kuro weleh ezê koka we bînim, ezê bikim ku hûn navê xwe ji bîr bikin yewellllll.

Şivan û mivan hatine meclisê û xwe li ser serê min kirine zilam, ezê teva bavêjim hebsê, bera qîmetê xwe zanibin, ji bo carek din li ber mezinên xwe ranebin û hedê xwe zanibin.

Hehew, te em tirsandin yaw!

Wa Erdoxan, hema tiştê ji te û bapîrên te bê texsîr neke. Kuro lawo em zanin bê kî dîk e, kî mirîşk e. Emê jî herin Amedê û meclisa xwe li wir ava bikin, de were em em te li ser sergoyên Amedê jî bibînin cîgerim. Bi sê telaqan kosê serê pira Amedê, wê bikin ku tu şelapela bimeşe. Were ku em li Amedê mirêka erd û ezmên pêş te bikin heval. Te hîn cilêtçî, pêxwas, esrarkêş û simbêlboqên Amedê nedîtine cîgeriiimmmmm….

About The Author