Quran, dîroka Ereban û serpêhatîyek rasteqîn

Reşoyê Darî

Li gor çapemenîya Siûdî Erebistanê ragihandiye, kanal û kanalîzasyonên bajêr xitimî ne. Piştî pakijkirina kanal û kanalîzasyonan, bi dehan Quran ji kanalîzasyonan derketine. Di encama bakijkirina wan kanalîzasyonan de, eşkere bûye ku Quranên avêtî bûne sedema xitimandina wan kanalan.

Li ser vê mijarê, serpêhatîya xalê min Bahyedîn hat bîra min.

Xalê min Bahyedîn çûbû Siûdî Erebistanê, bajarê ARAR ê kar dikir. Xalê min Kurdekî welatparêz û oldar bû.

Ev gotin ji devê wî derketine û min guhdarî kiriye.

„Rojekê piştî ez ji kar derketim, min li ser sergoyê zibil qurana pîroz dît. Min rahişt quranê, min pakij kir, maç kir û danî ser serê xwe.

Min dî Erebek jixwerazî ji wir de hat li ber min sekinî û got:

„Tu kîyî exûyî – tu kîyî brê min?“

Min got:

„Wele ez Kurd im exûyî“.

Min dît pirqînî bi yê Ereb ket, kenîya û got:

„Başe, çima te ew quran maç kir û danî ser serê xwe?“

Min got:

„Çima nekim? Qurana kerîm e, pîroz e“.

Min dî yê Ereb dîsa kenîya û got:

„Ez dibê hûn Kurd ehmeq in. Law ev pirtûk (yanî quran) dîroka me ye. Quran dîroka me Ereban nivîsandiye. Em dixwînin, piştî ji me re hew lazim bû, em diçirînin û davêjin ser sergo. Hûn çima dîroka me maç dikin û datînin ser serê xwe oxlim“

û bi rêya xwe de çû.

Îcar kezebno, Ereb quranê (dîroka xwe) dixwînin, piştî ku hew ji wan re lazim bû, pê qûna xwe pakij dikin û davêjin ser sergo wesselam..

Lê çi pelûl bi serê me de rijiyaye, ez wê nizanim..

Erebistan

About The Author