Wey sed xêrî ji hev bibînin

Piştî xwarina goştê elokan li Mam Celal hat qedexekirin, wek berê xwîn hew di rehên mejiyê wî dadiwerive.

Mam Celal û Mamiye Hêro cîh guherîn. Êdî rişma hesp di destê Hêro de ye û Mam Celal bêhemdî xwe li pey wê dipengize.
devliken
Rast derew, xêr û guneh di stuyê xêrnexwazan de be, dibêjin, Hikûmeta Bexdê ketiye bin emojina me Hêro, jê re gotiye „Dev ji ereban bernedin, em ê paytextê bînin Silamaniyê û reîsîcimhûrtî jî wek dema ewil dîsa ji we re û guh nedin Barzanî û fanteziyên wî…“

„Kurmê darê ne ji darê be dar narize!“

Wer xuya ye Mam Celal ne tenê ji hikum, ji textê mêraniyê jî ketiye ku Hêro doza fanteziyan dike. Ji bo berjewendiyên qeşmerane nigê xwe li welatekî serbixwe dixe.

Heger rast be û bi rastî jî Hêro û ekîba xwe di nav hewldaneke weha de bin, ez di şûna serekê Hikûmeta Kurdistanê de bim, ez ê pihênekê li Hêro xim, di navbera Kurdistanê û Silimaniyê de dîwarekî bilind lêbikim û ji wan re bibêjim, hûn û ereb li hev pîroz bin; hezar xêrî ji hev bibînin.

About The Author