Kî dibêjê peywendiya li gel „Îsraîl“ da herame?

Emer Çingiyanî

Hukmê peywendiya mirovayetî û bazirganiya li gel dewleta „Îsraîl“, ku gelek car kirine benîşta xweş, ya li ser zar û zimanan û li Kurdistan û derveyê Kurdistanê da jî, car û bar nan û pivaz pêve tê xwarin û kumê wê datînin ser sawîlkeser û mijule dibe xalek, ku pê ve rewayetiya şer firoştina bi dewleta Başûrê Kurdistanê pê tê helal kirin!

Bila her ji destpêkê ve li ser ewe rêk bikevîn, ku bi eqil û hişekî dirusta Îslamî û vekirî, wekî şareza û pîsporên zanista „fiqih û Usûl“ê, li meseleyan binêrîn û vegerîne li ser wan tekst û deqên pîroz û çavkaniyên fermûde û dîroka jiyana pêxember bi xwe (Silavên Xwedê li ser bê) heta bizanîn ji wir ve çi behse?

Eger li wê dîroka pîroz da, nexwînîn ku her ji destpêka hatina pêxember ve (SXL) ya bajarê Medîneyê Minewere, çendîn peyman û rêkkeftinan mohr kir li gel hemû êlên dijminên xwe yên wê dewruberê, bi tenê, sê êlên serekiyên Cihûyan jî ku li Medîneyê da nîştecîh bûn (Binu Alnezîr û Binu Qerîze û Binu Qînuqa‘)?

Her çende li vir da hinek kes dibêjin: Bêguman ew peywendiyên wê demê hatine mohr kirin, gelek sînordar bûn, em jî dibêjîn: Eger kes gotibe bila xelkekî din bêsînor peywendiyê bibestin?

Başe ji bo çi divê Kurd daxwaza tiştekî lê bê kirin ku Ereb bi xwe ev demek bê jê rizgar bûbê?

Yan ji bo çi ji me dixwazin girîngiyê bidîn bi meseleyekî wiha ku Ereb bi xwe piştguh xistine û îhmal kirine?

Ji xwe ji „paşa“ ne paşatirin!

Başe mezintirîn kêşeya rewa, ji aliyê Ereban ve, ne kêşeya Filistîne? Heman demî de bi wê yekê razî nabin, ku kesek bi navê Ereb ve nebê dakokiyê lê bike û jê bixwaze!

Başe me got meseleya Filistîn meseleyekî heq û rewaye, lê belê ku qebûl nekin kêşeyeke, ayînî bê, ji bo çi daxwaz li Kurd û Faris û neteweyên din dikin piştgîriyê li wan bikin û rondik û firmêskan ji bo wan birêjin?

Başe pêwîst bi wê yekê dike ku Kurd dû rû bin û bi dûmen bipêvin?

Îşê Ereban bi pîroz danîn û bi rewa bizanîn ku her peywendiyeke mohr bikin, li gel her tak û aliyek û hikûmetek da, ku li encama wê peywendiyê berjewendiya gel û nîştimaniyan têda hebê, lê belê ji bo çi ew bi xwe heram bê?

Ez hîç karekî şaş, nadim bi şaşiyeke din, eger bê û bibêjim: Peywendiya di navbera gelan li ser bingeha parastina berjewendiya şaş bê, ku (bi şaşî jî nizanim), ku wiha bû rêgirî û asteng çiye gel li ser bingeha berçavgirtina berjewendiyê peywendiyê bibestin?

Li gel berçavgirtina parastina nebezandina sînorên olî û ayînî û ji destnedana nasnameyê?

Başe ji bo çi divê‌ Ereb bi her bîst û ewqas welat ve bi awayeke kêm yan zêde, diyar û nediyar bikaribin peywendiyê li gel Cihûyan bibestin, lê belê ji bo çi xelkekî din nebê?

Heta kengê derew û dûrûyî û dûfaqî?

Rûnkirinek li ser bikaranîna peyv û uşeya Îsraîl:

Bikaranîna uşeya (Îsraîl) bi xwe li rûyê şer’î ve hîç serpêçiyekî têda tûne, ji ber ku uşeya (Îsraîl) navêke ji navên Ye’qûbê kurê Îshaqê kurê Îbrahîmê babê pêxemberan (SXL), uşeyeke bi zimanê Îbriye û bi Kurdî wate: Bendê xwedê.

Wekî ku çawa uşeya (Benu Îsraîl) jî, wate: Nifşên nîjada (Îsraîl) yanî kurên bendê xwedê, êdî eve li vê rêyê ve, hîç tawanekî têda tûne, ji ber ku întîmabûn ji bo regez, yan tîre û hoz û netewe, bi tenê ji bo ol jî, hîç hukmekî şer’î nagihîne û nabê belge li ser başî û xerapiya hîç takekî li civakê da, heta bi kirdarî başî jê dernekevê.

Quran li 105 hemîn ayeta sureta „Berae“ da difermê:

(Wequlî Eameluwa fesayyerî allahu amelekum weresuluhu welmumînun weseradune île alîmîl xaybî welşehedetî feyunbîukum bîme kuntum teamelun) 105 Altube).

Wate: (Ey pêxemberê me, ji wî xelkî re bibêje: Bila kirdarên çak bikin û bizanin xweda û pêxember û misilman kirdarên we dibînin)(1).

Divê ji wê yekê jî agahdar bîn, ku wekî zaravayekî taybet, dema quranê pir bi bexş uşeya (Binu Îsraîl) tê bikaranîn behsa xerapkariyên wan nake, lê belê ku behsa kar û etware bedeyên(xerabiyên) wan dike, uşeya (Yehud)iyan ji bo bikartîne, êdî her kesek ji wê neteweyê bê û karekî bed(xerab) bike, ew li gor bediya xwe tê namzed kirin û bes, wekî ku çawa kesekî şûnketiyê Mesihe (SXL), eger karekî bedî kir, li gor karê xwe tê namzed kirin, ew misilmanê jî wiha tundutîjiyekî nebicîh, yan karekî xerap dike, li gor karê xwe tê namzed kirin û nabê hukim li ser hîç demek, giştgîr bê kirin û li ser hev da bê komkirin. Ji aliyekî din ve jî hîç ne rewa ye, awayê ruxsar û reng û rû, yan kurtî û dirêjî, an jî qelewî û lawazî, bikin belgeya nirxandina kesayetiyan nexasim bibê belgeya başî û xerapiyê! Bila hinek ji zanayên derûnnas, cûreya kesayetiyê bibêjin ji bo wan tiştan jî, quran li 13. ayeta sureta „Îsra“ da difermê:

(We kulle însanîn elzemnehu taîrehu fî Unuqîhî) Al Îsra 13.).

Wate: „Mirov her çi bike, paşê dikeve stûyê wî da.“.

Ji bilî wê yekê ku eger, pabendnebûna Cihuyan bi Tewratê ve bi kêmasî bê zanîn û pabendnebûna olên din û bi Încîlê ve kêmasî bê, êdî ji xwe em misilman jî wiha nebê li akar û gotar û reftarên xwe da, gelek pabendbûbê bi şer’î ve! eger gazindeya me ji wan li ber eweye, ku ewan ola xwe destkarî kiriye, bila temaşa xwe bikîn wiha bizanîn misilman jî dest û dem û kirdarên xwe neparastine li bîd’e û zêdekirina li dîn û derketina ji deqên pîrozn! axir axaftin, hêviya min ewe her xwendevanek bi hurî van risteyan bixwîne:

(An sabit An Ans razî allah ane qal: (Kan xulam yehudî yexudum alnebî, sallî allah aliye wesellim, femeriz fatah alnebî, sallî alleh aliye weselim, yeude feq’ad and rase faqal le: eslim, fenzir ala abiye, wehu ande, feqal leh: Ata aba alqasim, sallî alleh weale weselim, fesalim fexiric alnebî, sallî alleh aliye weselim, wehu yequl: Alhemdulîlleh elezî anqaze min alnar)(1)

Wate:) Pêxember xulamekî xwe yê Cihû hebû, li mala wî da xizmetê dikir, carekî nexweş ket, pêxember (SXL), çû serdana wî û daxwazê jê kir ku bawerî bîne, wî jî temaşa bavê xwe kir û babê wî jî jêre got: Gotina Babê Qasim bike, (Pêxember (SXL) ku li vir da dikarê bizanîn heta çi radeyek têkiliya wî hebûye û bi tenê lawekî Cihû xizmeta nav mala pêxember kiriye, diyare xulamê xanezad, wateya xwe heye û helwesta xwe bi diyariyê ve divê).

Perawêz (1) (feteh albarî şerih sehîhe albixarî,. c/3 s 278 kitab alcenaiz, bab îza îslam alsabî fimat hel yeslî aleye? wehel yerez ala alsabî alaslam?, alhedîs bireqem /1356).

M.M.

Xebat

About The Author