ŞARLATANÎ…

Şerefxan Cizîrî

Gava ku mirovekî nezan di warên bingehîn de, di pirsgirêkên civatî de, di çalakiyên kulturî de, di niqaşên entelektûelî de xwe weke mirovekî zana nîşan bide, divê helwesta mirovan çawa be? Ma ne divê mirov bi xwe zana be! Ma ne wilo ye? Dijminê nezaniyê zanebûne! Mirovê nezan gava ku zanibe ku nezan e, mirov dikare wîna ji bona zanebûnê amade bike. Lê mirovê ku di her mijarê de bibêje; ez zanim, divê mirov destê xwe ji wana bişo. Baş tê zanin ku gava pêşî û bingehîn ku rê li zanabûnê vedike, pejirandina nezanabûna bi xwe ye. Pejirandina nezanîbûnê destpêkek erênî ye. Dura jî ji bona çareserîyê gav têne avêtin.

Lê gava ku mirov nezan be û hay ji xwe tune be, gava ku mirov nezan be û xwe weke zana nişan bide, wê gavê bi zimanê zanyarî şarlatanî destpêdike. Him nezane him jî xwe weke mirovê zana pêşkêş dike! Şarlatanên ku em qala wana dikin mirovên wilo ne; di xebatên xwe de genim, ceh û nîskan tevlihevdu dikin û wê yekê weke fekî pêşkeşî mirovan dikin! Dîsa gava ku şarlatan bixwaze, fekî, weke pincar nîşan dide! Bi gotineke din; mirovê şarlatan canbaz e. Dora xwe dixapîne. Hunera wîna dixapandina mirovan de ye. Xwe biqail û derdora xwe jî bêaqil dihesîbîne. Mirovên şarlatan hinekî megoleman e û xwe dixe navenda dinyayê.

Lê hayê rebena dinyayê jê tuneye!

Mirovê şarlatan ji zanebûn û nezanîyê, ji rastî û derewan zalatakê pêşkêşî mirovan dike. Karê xwe bi hosteyî dike. Hunerê pêşkêşkirinê bi hunerê sihirbaziyê tê xemilandin, ji bona ku tixûbên di navbêna rastî û derewan de şelûlî bimînin, şarlatan hewldide ku daneyên xuyayî veşêre. Bi zimanê xwe, bi gotin û ramanan xwe, bi hest û tevgera xwe armanca wîna xapandina mirovan e. Bi kurti; mirovê şarlatan bi hişmendî sextekariyê dike. Heta ku jê tê nezaniya xwe vedişêre, di vê mijarê de jî hosteye.

Em baş dizanin ku şarlatanî di hemû çalakîyên civatî de hene. Ji ber hemû çalakiyên civatî li ser pirsgirêka zanabûnê an jî nezaniye bireve diçin. Lê bi taybetî di xebatên zanyarî de, ev pirsgirêk gelekî hatiye niqaşkirin. Di xebata tib û dermanan de, şarlatanî baş hatiye analîz kirin. Gava ku mirov ji dîroka şaristanî yê agahdar be, mirov eşkere dibine ku dîroka zanyarî û zanebûnê tijî mirovên şarlatanî in. Ji ber ku di dîroka mirovantiyê de ronahî û taritî hergav bi hevdu re dimeşin. Pevçûnên çînayetî hene, pîvanên etîkî derdikevin pêş, raman bi hevdu re dikevin berberiye. Bi taybetî di demên şelûlî de gelek mirov bi metodên şarlatanîyê xwe derdixin pêş. Demên şelûlî, demên ku civat û zanyarî dixwaze gavên mezin biavêje, gava ku krîzên sosyal û ekonomik li ber derî ne, şarlatan derdikevin nêçirê. Ew dixwazin hinek berjewendiyan biparezin lê carna jî nefsa mezin û nezanî bi hevdu re şarlatanîyê di dehfîne. Şarlatan gelek caran xwe weke mirovê xelasker dibîne û bi vê mentalîtê tevdigere.

Dîsa em dizanin ku li ser navê olperestiyê ji şarlatanî hatiye kirin. Her çiqase oldarî bi armancên paqij xwe îfade bike jî, di dîroka xwe de oldarîyê tucara xwe ji şarlatanîye rizgar nekiriye. Mijarên olî rê li şarlataniyê vedikin, ev mijar derfetan ji mirovên şarlatan re pêşkêş dikin. Em dibînin ku mirovê şarlatan din ava olperestan jî de cîh ji xwe re çêkirine.

Şarlatanî, ol û siyaseta sexte piştgirtiya hevdu dikin. Hevdu meşrû dikin. Ji hevdu re warên fermî ava dikin û statûyên sosyal pêşkêşî hevdu dikin. Derfetan ji hevdu re çêdikin. Him li pişt perdê û him jî li paş perdê bi hevdu re govendan digirin…

Hergav destên wana di hevdu de ne.

Ji bona mînak; xeyala xwe bidin rewşenbîrên Tirkan, bi taybet gelek akademisyenên wana, bi belaşî û şelefîyan bûne akademisyên û ji ber wilo jî, di hemû mijaran de dibêjin; ez zanim! Şarlatanên wana xwe zû didin destan, zû difûrin, netewepareziya wana li serê wana bûye bele! Tiştekî ku di derheqa kurdan de nizanin tuneye! Lê di rastiya xwe de Kurd ji wana zanetir bûne. Xwe zana û kurdan jî nezan dibînin. Lê jibîra dikin ku ji zû ve me cîh bi hevdu guhertiye!

Weke profesorên pîvaza têne binav kirin lê li ser pirsgirekên astronomî dipeyivin! Dixwazin ji şeliman paklawê çekin! Xwe dihetikînin! Gelekî eşkere pîvazan û astronomîyê tevlihevdu dikin û vê yeke weke fekiyê Enedolê pêşkêşî kurdan dikin. Di bahweriya wana de ku kurd hîna kurdên berê ne û wê bi çend tiştik û miştikan bên ser rê…

Hinek ol, hinek bertîl, hinek biratiya sexte, hinek zirtên serdestan tevlihevdu dikin û ji wêna şerbetekê xapînok çêdikin. Serdest dibêjin; ev şerbetek çiqasî xweş e! Lê li ba kurdan jî ev şerbet kafir kerafîye! Me malê xwe baş naskiriye, şarlatanî îca nema tesîrê li Kurdan dike…

Nusaybinim.com

About The Author