Tacdîn Baran
Belê, heta niha dihat îddîakirin ku mamê me Adolf Hîtler bi ferek gunik e, ango bi gunikekî ye. Lê kesî nikarîbû ev îddîa piştrast bikira, heta ku belgeya gunikê wî derket holê.
Wek li cem me dibêjin, „filankeso gunikreşekî di ser xwe re ye“.
Xuyaye mamê me Hîtler jî gunikreşekî di ser xwe re bû. Lê gunikreşekî bi ferek gunik (hêlik).
Dîrokzan û arşîvgêr Peter Fleischman, piştî lêkolînek dûr û dirêj, belgeya ku doktorê Hîtler li ser nexweşîya wî nivîsandibû, peyda kir.
Di belgeyê de doktor piştrast dike ku mamê me Hîtler bi ferek gunik e. Yanî, tenê gunikek wî heye.
Îcar bifikirin gelî gunikreşno, mamê me Hîtler bi ferek gunik ew qiyameta şerê cîhanê derxist.
Gelo bi du gunikan bûya wê çi tofan û qiyamet anîba serê cîhanê?
Aha gunikreşê di ser xwe re ji mamê me Hîtler re tê gotin haaaaaaa!
Almanya
Zêdetir
Şahê Îranê lotikek avêt û bang li Îranîyan kir
Îranê tir ji Îsraîlê berda
Sûdanî lotikek avêt û pesnê Amerîkayê da