Nîsêbînê qezenc kir!?

Şemoyê Nisêbînî

Belê, Nisêbîna ku berê şên bû, geş bû, xweş û şîrîn bû, îro bûye wek Hîroşîma û Nagazakî. Tu dibê qey bombeta atomê avêtine bedena wê, ewqas ku hatiye wêrankirin.

Û heta vê kêlîkê jî hinek xwelîserên me dibêjin: „Nisêbînê qezenc kir, AKP winda kir. Cizîrê qezenc kir, AKP winda kir“ û dixwazin eyba qûna xwe veşêrin.

Nisêbînî wek nokên ku li kevir bikevin, ji hev pengizîn û her yekî/yekê bi cîhekî ve bazdan, teriqîn û derbeder bûn. Yên canê xwe winda kirin, yên malên xwe winda kirin, yên keda bi salan winda kirin û yên ku naleta xwedê li wan xendek û koncalên bê wate tînin.

Belê, Nisêbînê qezenc kir, AKP winda kir!?

Lê ya rastîn ev e:

Nisêbînîyan winda kir, Cizîrîyan winda kir, Şernexî, Silopîyî, Hezexî, Geverîyan winda kir.

Ango, Kurdan winda kir, AKP û xendekçîyan qezenc kir wesselam…

Aha ji we re nîşana qezenckirin û serketinê..

nusaybin2

nusaybin3

nusaybin4

About The Author