Pîra Eyşê û xalê Bro

Firildeq Elî

Hewa germ û xweş bû. Xalê Bro (Brahîm) li ber sênca dîwarê malê berê xwe dabû rojê û xortanîya xwe tanî bîra xwe. Tam di wê kêlîkê de, cîrana wî pîra Eyşê (Eyşanê) hat cem wî û li kêleka wî pişta xwe da dîwêr.

Pîra Eyşê dest pê kir û biland:

– Erê Bro, ne tu nizani bê ez di xortanîya xwe de çi keç bûm, çi jin bûm, çi karxezal bûm. Min karîbû deh gund li hev hilanîya û danîya. Ez wek xezalek ji xezalên berîka Mêrdînê bûm, erê Bro..

Xalê Bro ji xwe ketibû nav xeyalên dem û dewranên xortanîyê û dilê wî dişewitî.

Hema ji pîra Eyşê re got:

– Min di te nîhayê, çima tu di xortanîya xwe de nehat cem min. Tu zani go tir di min de bûne fis, piştre tu tê û behsa keçkanîya xwe dikî newlo…

Îcar mala pîr û kalbûnê bişewite, bela mirin hebûya û pîr û kalbûn tunebûya we go çi…

About The Author