Kerkûkê ji Kurdan distînin

Arif Qurbanî

Di rojên destpêkê yên vegera me bo Kerkûkê de û ji destpêka gotûbêjên bo çareserkirina arîşeya vî bajarî ve, di nav rikeberiya navbera Kurd û Ereb bo diyarkirina nasnameya wê de, ku Kurd dixwast Kurdistanî be û Ereb jî dixwast Iraqî be, Eniya Tirkmanî bi piştevaniya dewleta Tirkiyê û bi şêweyeke fermî mijara Avakirina Herêma Kerkûkê wek projeyek bo çareseriya arîşeya Kerkûkê pêşkêş kir, lê belê ew proje ji aliyê serkirdatiya siyasî ya Kurdistanê û heta ji aliyê ereban ve jî hat redkirin.

Piştre rêkarên destûrî û yasayî wek nexşeriyekê hat destnîşankirin, ku di proseyeke zincîreyî (pêngav bi pêngav ) de hemû erebên ku li Kerkûkê hatine bicihkirin, bo cihên wan werin vegerandin û Kurd û Tirkmanên derkirî jî bo bajêr werin vegerandin. Herwiha milk û malê dagîrkirî û karmendên derxistî vegerin û piştî asayîbûna rewşê referandumek bo diyarkirina nasname û çarenivîsa bajêr bê kirin, da ku rûniştvanên wê biryar bidin, ka gelo Kerkûk Kurdistanî be yan jî Iraqî be.

Li wir pêwîst bi wê yekê nake dubare ew rexneyên ku li serkirdeyên Kurd dihatin kirin, ji nû ve bên gotin, bi taybet ku razî bûn nasnameya axê girê bidin bi heza dilê rûniştwanên wê. Pirraniya xelkê Kurdistanê ew proje ne tenê wek nexşeriyek bo çareseriyê nedîtin, belku di wê baweriyê de bûn, ku tawanek mezin e ku Kurd bi şêwazek wiha ya çareseriyê razî bûye, ji ber ku tirsa ji dest çûna beşek ji axa wan deveran dihat kirin, ku di encama siyaseta jinavbirina nejadî û demografiyayê dehatibû guherandin.

Serkirdatiya siyasî ya Kurdistanê ku ew rêya şaş pesend kir, gelek kêmxem jî bûn di cîbicîkirina wan rêkarên ku bo hatibûn destnîşankirin, ji ber wê jî çarenivîsa Kerkûkê û deverên Kurdistanî yên din ên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê ketin ber metirsiyek mezin. Lê belê piştî ku dema destûrî ya bo cîbicîkirina bend û birgeyên destûrî bo asayîkirina rewşê hatibûn diyarkirin, dem bi ser re derbas bû û rewş jî her weke xwe ma.

Ji hingê ve heta niha bi şêweyê fermî û nefermî çend rêkar û proje bo çareserkirina arîşeya wan deverên hatin pêşkêşkirin, lê belê hemû proje ji aliyê Kurdan ve hatin redkirin. Heta projeya Netewên Yekbûyî jî hatin piştguhxistin, dema ku di dawiya sala 2007an de pêşniyar kir, ku Kerkûk bo dema 2 salan ji Bexdayê bê cudakirin û wek qonaxa veughêz nekeve ser Herêma Kurdistanê û di jêr çavdêriya Netewên Yekbûyî de be, wek garantiyekê bo parastina mafên mirovan.

Her li gorî wê projeyê NY dê bi xwe serpireştiya şandina hemû wan ereban bo cihên wan bikiriba, yên ku ji ber siyasetên bi erebkirinê li Kerkûkê hatine bicihkirin û herwiha erkê anîn û nîştecihkirina awareyên Kurd jî digirte ser xwe. Piştî derbasbûna 2 salan jî dê referendum bihatiba kirin û biryar li ser çarenivîsa Kerkûkê bihatiba dan.

Şanderê NY ligel her yek ji birêzan Talebanî û Barzanî civiya, lê belê herî dawî Kurd ew proje jî red kir, ji tirsa wê yekê ku gelo çi garantiyek heye piştî wan 2 salan encama referandumê bi qazanca projeya Kurdî be?

Ew yek nîşanderê wê rastiyê bû, ku zêdebarî şaşî û kêmxemiya Kurd li hember arîşeya Kerkûkê, lê belê Talebanî û Barzanî wek du serkirdeyên tevgera rizgarîxwaz a Kurd ku erkê rêberîtiya vê qonaxê li stuyê wan bû, jibilî garantiya vegerandina Kerkûkê bo ser axa Herêma Kurdistanê hemû rêyên din red kirin. Heta derfeta avakirina dewletê jî kirine qurbaniyê Kerkûkê û bêyî Kerkûkê amadeyê wê yekê nebûn, ku heta gotûbêjê li ser wê pêşniyarê bikin ku Herêma Kurdistanê bi sînorê îdarî yê niha ve dewletê rabigihîne û Hikûmeta Iraqê li Netewên Yekbûyî wek yekem dewlet îtîrafê pê bike.

Ew helwest di demekê de bûn, ku Kurdan derfeta kontrolkirina Kerkûkê jî nebû û metirsiyên li ser Kerkûkê zêdetir dibûn. Lê belê serkirdatiya Kurd dest ji xwedîderketina Kerkûkê bernedan. Niha û bi destnîşankirî piştî hatina DAIŞê komek derfet bo Kurdan hatine pêş û Kurdan ji aliyê îdarî, siyasî, leşkerî, aborî û ewlehî ve Kerkûk kontrol kirine û niha Kerkûk bi hemû pîwanekê di destê Kurdan de ye.

Herwiha hemû bendewarî û pêşbîniyê bo Iraqê jî û bi destnîankirî piştî nemana DAIŞê ew e ku Iraq bi şêweyê niha namîne û egera hilweşîna wê ji mana wê zêdetir e. Gelo niha çi hikmetek (lojîkek) di wê yekê de heye ku niha Kurd daxwaz bike Kerkûk bibe herêmeke serbixwe.

Bêguman di gotareke wiha de derfeta derxistin û aşkerekirina gelek rastiyan çê nbae, ku dibe paşê li ser were axavtin, lê belê ya ku pêwîst e ew e ku gerek berçavê xelkê Kurdistanê û bi taybet ewên ku wê mijarê wek nexşeriyek bo çareseriyê dibînin, bê ronîkirin ku mijara avakirina herêma Kerkûkê mezintirîn gef li ser stratejiya doza Kurd wek netewe li wê herêmê ye. Herwiha gef e li ser ceopolîtîk û cografiya Kurdistanê bi giştî û bi awayekê diyarkirî jî mezintirîn xeter li ser kurdên akinciyên Kerkûkê ye.

Cihê mixabiniyê ye, ji ber nebûna stratejîke kurdane li cem îdareya Herêma Kurdistanê bo pirsgirêka Kerkûkê û herwiha ji ber jibîrkirin û giringînedan û reftara nehêja ya Herêma Kurdistanê ligel rûniştwanên wan deverên, niha bêhêvîtî û gumana xelkê ji pêşeroja xwe, dîtin û nêrînek li cem xelkê wan cihan çê kiriye, ku wek welatî ew dê bi cîbicîkirina projeya avakirina Herêma Kerkûkê qazanc bikin, di demekê de ku yên herî zêde zirarên bikin, kurdên Kerkûkê bi xwe ne.

Eger bi şêweyeke serpêyî ez amaje bi hin ji wan xeteran bikim, zêdebarî ji dest çûna axek zêde ji Kurdistanê û anîna Bexdayî bo nav kûrahiya Herêma Kurdistanê û çêbûn agef li ser pêşeroja projeya netewî, dê bi wê projeyê Kurd li Kerkûkê bibe şûnkevtiyê ereb û tirkmanan.

Pêwîst e em wê rastiyê wek xwe bibînin, niha ku pêgeha Kurd li Kerkûkê bihêz e û îdareya bajêr di destê Kurdan de ye, ji ber qehremaniya pêşmerge û xwîna şehîdên wê û pêgeha Herêma Kurdistanê ye. Herwiha ji aliyê hejmara ve jî beşeke zêde ji Kurdên Kerkûkê ku li bajarên din ên Herêma Kurdistanê akincî ne, bo hilbijartinan diçin Kerkûkê û rêjeya %25ê dengderên Kurd pêk tînin.

Eger Kerkûk bibe herêmek serbixwe, êdî hejmoniya Herêma Kurdistanê li ser namîne û rêjeya dengên wê jî kêm dibe. wê demê pêkhateyên Kerkûkê dê daxwaza desthilata şirîkatiya rasteqîn bikin, ku di projeya pêştir pesendkirî ya 2-12-2007ê ya encumena parêzgehê de heye û tê de ji her netewekê re rêjeya %32 hatiye diyarkirin.

Ew yek zêdebarî wan xeterên din ên wek zêdebûna rêjeya ereban û hatina 1 milyon awareyên ereb û akincîbûna wan li Kerkûkê ye, ku nêzîkî 1 milyon ereb niha li Kerkûkê ne û Bexda piştevaniya wan dike. Ji dema proseya azadiya Iraqê ve (sala 2003), pisûleya xorakê Bingeha destnîşankirina rûniştwanên her bajarî bû. Bexda niha ew yek hilweşandiye û pişta xwe bi belgeyên akincîbûnê girê dide. Herwiha Bexdayê biryar daye ku eger her erebek 3 sal li Kerkûkê bimîne, mafê wê yekê heye ku nifûsa xwe bo Kerkûkê veguhêz e.

Herwiha tirsa wê yekê heye, di çarçoveya vekirina rêya derbasbûna ji Îranê bo Sûriyê de ku şîe kar bo wê yekê dike, di pêşerojeke nêzîk de erebên Diyala, Tikrît û Mûsil bo nav bajarê Kerkûkê bên veguhastin û ew yek jî nîşan dide, ku di pêşerojê de Kerkûk dibe herêmeke erebî û çarenivîsa kurdên Kerkûkê ji kurdên Bexdayê baştir nabe.

Rûdaw

About The Author