Kurdên Rojhilat jî dest bi lotikên şer kir

Murat Özdemir

Tevgera siyasî û leşkerî ku di van salên dawîn de li her çar parçeyê Kurdistanê geş bûne, maf û daxwazên rewa yên kurdan anî rojeva cîhanê. Li Herema Kurdistanê ku 25 sal in ji bin desthildatdariya rejima Baas rizgar bûye niha jî proseya referandûma serxwebûnê destpêkiriye. Li Rojava bi destpêkirina şer û aloziyan kontrola bajarên kurdan hat bidestxistin û niha li jêr desthilata kurdan de bi pergala kanton-federasyonê tê birêvebirin. Li Bakûr piştî şerên dirêj ku ‘proseya aştiyê’ destpêkir û mafê kurdan hat rojevê, herçend bi pevçûnên mehên dawîn qut bû jî çav li rê ye ku careke din zindî bibe. Bêdengiya Rojhilat jî êdî bi dawî hat û piştî 25 salan deng bi çekan ket.

Partiya Demokrata Kurdistanê-Îranê (PDK-İ) di Newroza îsal de biryara vegera welat da û di nava gel de dest bi xebatên leşkerî, siyasî û rêxistinî kir. PDK-İ’yê her çiqas biryara vegerê dabe jî destnîşankiribû ku ewê xwe li dijî êrişên rejimê biparêzin.

kdpi

Serokê PDK-Î Evdirehman Qasimlo di sala 1988’an de li Wiyana û Sadik Şerefkendî jî di sala 1992’an de li Berlînê ji aliyê rejima İranê ve hatibûn kuştin. PDK-Î’yê di sala 1993’an de ji bo ku Herêma Kurdistanê nekeve jêr tehdîda Îranê, dev ji şerê çekdarî berdabû û hêzên xwe vekişandibû Başûr.

Piştî vegera Pêşmergeyên PDK-İ êrişa pasdarên Îranê jî destpêkir û di encam de şer û pevçûnên dijwar di navbera hêzên Pêşmerge û leşkerên Îranê de derket. Di pevçûnan de 21 leşkerên rejîmê li Şîno û li Pîranşarê hatin kuştin û bi dehan leşker jî birîndar bûn. Li gor agahiyan di şer de 6 Pêşmergeyan jî jiyana xwe ji dest dan û çendek jî birîndar bûn.

Çapemeniya Pasevanên Şoreşa Îslamî ya Îranê piştî şer iddîa kir “ji terorîstan 12 kes hatine kuştin û hinek belgeyên girîng“ bi dest xistine.

Li gor daxwuyaniya PDK-Î’yê pasevanên Îranê li gundên bajarê Şîno; Qereseqel, Sergîz û Hesen Nûranê dora Pêşmergeyên lê di nava gel de xebata siyasî dikirin pêçane û ev yek jî bû sedema derketina şer.

Bajarê Şino nêzîkî xwedî şêniyeke 60 hezar kesî ye û li başûrê bajarê Urmiye ye.

Di derbarê şer û pevçûn û geşedanên dawîn de Endamê Komîteya Navendî yê PDK-Î Dara Natîq û ji rayedarên PDK-Î’yê Eqbal Şadî ji BasNûçe’yê re axivîn û ragihandin ku Hêzên Pêşmerge tenê mafê xweparastinê bikar anîne û ew ê xwe û xelkê xwe li hemberî her cûre êrişên rejimê biparêzin.

PDK-Î: Çalakî û karên me wê berdewam bin

kdpi5

Di derbarê şer de PDK-Î’yê jî daxuyaniyek belav kir û di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Pêşmergeyên PDK-Î jibo pêkanîna çend erkên siyasî û teşkîlatên xwe li navçeya Şino bûn, ji bo pişûdanê rû li gundê Qereseqel û ketin bin dorpêça hêzên rêjîmê, neçarbûn bergiriyê li xwe bikin û di encamê de şer û pevçûnek giran derket. Di pevçûnên ku 10 saetan ajot de, Pêşmergeyên qehreman şehîdbûn û bi dehan caş û pasdarên rêjîmê jî hatin kuştin û birîndarkirin, hêzên rêjîmê bi hovane mal û milkê xelkê gundê Qereseqel werankirin û ziyanekî mezin gihandin gund. Em radighînin ku tevî şehîdbûna çend Pêşmergeyên hizba me, wê li ser çalakî û karên xwe berdewam bibin. Serkirdayetiya PDK-Î ji bo piştevanî û alîkariya wan bo Pêşmerge spasya xwe arasteyî xelkê Şino û gundewarên Şino dike.”

Dara Natîq: Rejîmê derbeyekî mezin xwar

Endamê Komîteya Navendî yê PDK-Î Dara Natîq ji BasNûçe’yê re ragihand ku tîmeke Pêşmerge bi mebesta karûbarên rêxistinî û serdana welatiyan berê xwe dabûn bajarê Şînoyê. Li gor Natîq li devrûbera gundê Qereseqelê rejîmê êrişê koma Pêşmergeyan kiriye û di encama pevçûnan de derbekî bi bandor li hêzên rejîmê dane û bi dehan caş û pasdar hatine kuştin. Natîq diyar kir ku di wî şerî de çend hevalên wan jî jiyana xwe ji dest dane û hinek jî birîndar bûne.

‘Pêşmerge mafê xwe parastinê bikar anî’

Natîq axaftina xwe wiha domand: “Niyet û armanca Pêşmergeyan ne êriş bû. Pêşmerge li her cihekî bi mebesta kar û barên rêxistinî û siyasî serdana xelkê xwe kirine. Lê dema rejîmê êriş kir, wan jî mafê xwe parastinê bikar anîne. Û wê bersiva her êrişeke ku ji aliyê rejîmê ve tê ser wan. Heta niha hejmara şehîdên me ne diyar e. Em ê di demek nêzde agahiyên zelaltir û nav û nasnameyên şehîdên xwe eşkere bikin.”

Gundê Qereseqel hat herifandin’

kdpi4

Endamê Komîteya Navendî yê PDK-Î’yê di dirêjiya axaftina xwe de diyar kir ku rejîma Îranê gundê Qereseqel yê devera Şinoyê bi temamî herifandiye û daye ber top û muşekan û ragihand: “Heta xelkê sivîl jî hatye kuştin ku xelkê çav tirsandî bike. Bi temamî devera Ûrmiye bi giştî û bajarê Şînoyê her der milîtarîze kiriye û rewşeke xerab li wir çêkiriye ku wehşetekê din av xelkê de çêkiriye. Armanc û hedefên rejîmê tepeserkirin, girtin û îşkecekirina xelkê ye her wek berê bidomîne ew siyaseta ku rejîmê şopandî.”

‘Rejîmê bawerî bi daxwazên rewa nîn e’

Dara Natîq destnîşan kir ku mantiqa rejîma Komara Îslamî ne mantiqa diyalog an jî qebûlkirina çareserkirina arîşeyan bi rêyên siyasî, aştîyane û diyalogê ye. Natîq wiha domand: “Esasen rejîmê bawerî bi mafên netewî û daxwazên heq nîn e. Dema rejîmek bi agir, hêsin, îşkence û darvekirinê bersiva daxwazên gel da wê de mantiqê rejîmê mantiqê şer, girtin û tepeserkirinê ye. Bi dehan xortên me tên girtin, îşkencekirin û darvekirin. Dema hişmendî ev be wê çawa behsa diyalogê bê kirin. Ji xwe rejîmê bawerî bi rêbazên diyalogê tune ye û bi rêbazên siyasî rejîm mafên netewan radest nake.”

‘Em ne êrişkar in’

Endamê Komîteya Navendî Natîq got ku tevî hemû astengiyan jî xebatên tevgera rizgarîxwaz tiştek cuda ji mafên xwe naxwaze û êrişî tu kes û deran nekiriye diyar kir: “Em hizbeke êrişkar nîn in. Me êrişî erdê tu kesê nekiriye. Em daxwaza mafên xwe dikin. Mixabin ew vîn bi rejîmê re nîn e ku bi rêyên aştiyane vê arîşeyê çareser bike. Me mezintîrin qûrbanî di riya diyalogê ligel rejîmê de da û di esasan rejîm diyalogê bi plan pêk tîne. Dema Qasimlo jî bi van lîstikan bi awayekî ne mirovane rejîma Îranê, Qasimlo û hevalên wî li ser maseya muzakereyê şehîdkir. Dema rejîmê behsa diyalogê kir hedefa wê zêdetir birêvebirina planekê ku armancên xwe pêk bîne. Ev xebata ku hatiye destpêkirin wê bidome. Me fikra wê jî hindê kiriye ku qûrbanî jî û şehîd jî hebin. Lê xebata me wê her berdewam be û em xebata xwe ranawestînin.”

Eqbal Şadî: Pêşmerge derbekî giran li rejîmê da

Endamê Partiya Demokrata Kurdistanê – Îran (PDK-Î) Eqbal Şadî ji BasNûçe’yê re ragihand ku Pêşmergeyên wan di dema gerekî siyasî û civakî de rastî kemîna pasdarên Îranê hatine û di encama wê yekê de şer derketiye û got: “Di encam şer de beşekî mezin yê spayê pasdaran hat têkbirin, cîgirê fermandarê spayê pasdaran yê Şinoyê hat kuştin. Çend Pêşmerge şehîd bûne. Li navçeya Pîranşarê jî dîsa şer di navbera Pêşmerge û rejîmê de derket. Di şer de 13 caşên Îranê hat kuştin. Xebata PDK-İ’yê li hemû bajêr û navçeyan heye. Kar û xebat wê bidomin.”

‘Xelkê sivîl hatin topbarankirin’

kdpi2

Eqbal Şadî destnîşan kir ku şer belav dibe û ji Mako heta seranserê xwarê Pêşmerge bicîh bûye û wiha axifî: “Eger rejim êriş bike ser hêzên me wê bersiv bê dayîn û wê bergirî bê kirin û şer wê biqewimin. Piştî şer gund hatin topbaran kirin, xelkê sivîl hatin kuştin û hinek hatin birîndarkirin. Gundek bi tewawî wêran bûye. Bi çekên giran êrişî gund kirin. Piştî ku Pêşmerge derbas bûn şer bi dawî bûye, lêbelê gund hat wêrankirin, sivîl hatin kuştin û xelkê gund ji gundê xwe derkeftin.”

‘Heta em bigihijin mafê xwe em ê têbikoşin’

Endamê PDK-Î’yê ragihand ku şer wê dewam bike û heta kurd negihijin mafên xwe yên netewî, civakî, siyasî û komaleyatî li Rojhilatê Kurdistanê wê ev şer dewam bike. Şadî wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji ber ku rejîma Îranê ji bilî zimanê zordariyê ji tu zimanên din fêm nake. Rejîmê zêdetirî 35 sal in qada navnetewî li ber çav negirt û heta DYA’yê zordarî lê kir nêzî danûstandina bû. Binpêkirina mafê mirovan didomin. Gelê kurd eger bi xwe şoreş neke rejîm mafên kurdan nade. Bê şik ev şer wê dirêj be û dewam bike. Heta em dibigihijin mafên xwe em ê şerê xwe bidomînin.”

‘Gelê kurd piştevaniya Pêşmerge dike’

Şadî got gelê Rojhilat di vê qonaxa nû de piştevaniya xwe hertim bo Pêşmerge radigihînin û wiha axivî: “Xelkê wî gundê ku hatiye wêrankirin dibêjin gund û mal qûrbanî xwîna Pêşmerge be, bes Pêşmerge bi silamet bin. Bi giştî Rojhilatî Navîn vê carê bê kurd ser nagire. Kurd beşekî herî sereke ye di Rojhilata Navîn de. Bo wê yekê hemû kêşe çi li Tirkiye, çi li Îran, çi li Iraq û çi li Sûriyê be, bi vê yekê ve girêdane. Rojhilata Navîn bêyî çareserkirina pirsa kurd û Kurdistanê aramiyê nabîne. Xebatên me wê bodimin.“

Parlamenterê azerî: Herema Kurdistanê rê dide Peşmergeyên Rojhilat

Nûnerê Parlamentoya Îranê yê Eyaleta Azerbaycanê, bajarê Urmiyê bi navê Rûhullah Hezretpûr Rêvebiriya Herêma Kurdistanê tohmetbar kir ku wan rê daye hêzên Pêşmergeyên Rojhilat da ku êrişî pasdaran bikin. Hazretpûr got ‘divê rayedarên Herêma Kurdistanê li ser vê yekê daxuyanî bidin!’

Li aliyê din Hezretpûr îddîa kir ku, çend mehên berê rayedarên Erebistana Sûîdî li Başûrê Kurdistanê serdana hêzên Rojhilatî kirine û xwestine wan qayil bikin ku ew li dijî Îranê şer bikin!

YNK: Bi kuştina du pasdaran kêşe çareser nabe!

162353

Destpêka şerê navbera PDK-İ û rejima Îranê li Heremê Kurdistanê jî olan da. Berpirsê Yekitiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) yê herema Şarezûr Cemîl Hewramî li ser şerê di navbera hêzên Rojhilatî û pasdarên Îranê de got, “bi kuştina yek-du pasdarên Îranê, kêşeya kurd li Îranê çareser nabe.“

Hewramî li ser şerê navbera Pêşmergeyên PDK-İ û û rejima Îranê got, “Edî heyama xebata çekdarî derbas bûye. Bi kuştina yek-du pasdaran, kêşeya kurd li Îranê çareser nabe. Divê berê xwe bidin xebata sivîl.“

Rejima Tahranê ji bo astengkirina xebatên PDK-İ’yê li ser YNK û Goranê zextan dike. Sala borî li Koyê ku li jêr desthilata YNK’ê de ye, asayîşê êrişê kampa PDK-İ kiribû û gelek kurdên Rojhilat brîndar kiribû. Serokê Herema Kurdistanê Mesûd Barzanî, ev êrişa ser kampê şermezar kiribû di derbarê bûyerê de lêpirsîn dabû destpêkirin.

Çend meh berê jî li herema Qendîlê li ser sînorê Îranê, gerîllayên PKK’ê li Peşmergeyên PDK-İ’yê reşandibûn û di encam de Peşmergeyek jiyana xwe jidest dabû û çendîn jî brîndar bûbû. PKK, ji PDK-İ’yê xwestibû ku heremê biterikînin.

BasNews

About The Author