Erotîzma olî û wêjeyî

Hemeseîd Hesen

Gelek oldar mikur nayên ku pêwistiya laşê jinê jî bi dîtin û tamkirina çêjê „lezetê“ heye. Herwiha mikur nayên ku ev çêjwergirtina fîzîkî, gula ruh dipişkivîne. Ruh û laş hev dikemilînin û her yek ji wan hest bi birçîtiyê bike, bandorê li ser ya din dike. Dibêjin: Muzîk xwarina ruh e, lê bi guhdarîkirina muzîkê, ne tenê ruh lê belê laş jî hest bi rehetî û aramiyê dike.

Qaşo li wê dinyayê 72 horî ku her yek ji wan 72 destexwişkên wê hene, ku dikin 5 hezar û 184 mêyên bedew û ciwan, li dora endamê nêrtiyê yê mêrekî bi beheştê şabûyî, kom dibin. Lê kes behsa wê yekê nake, gelo xelata jina bi beheştê şabûyî, di warê pêwistiya seksî de, çi ye?!

Li gor metolojiya şaristaniyên kevnare mîna şaristaniya Greek (Yûnaniyan) û şaristaniya Mezopotamyayê, beriya ku olên esmanî derkevin holê, nêr û mêyan bi wekhevî çêj û xweşî ji seksê didîtin û bi serbestî awazên evînê dixwendin. Lewra jî Edebiyata Erotîk yek ji huner û edebiyatên herî kevin e. Di wê çaxê de, arezûyên seksî yên mirov kaniyeke avzelal bûn û hîn destê qeşe û meleyan ew neherimandibûn! Ola Îsa, nefret li çêjê kir û armanca seksê di çêkirina zarokan de asê kir. Mesîhiyetê keçanî (bekaret) pîroz kir û tew bi baweriya Pols Pêxember: „Eger em karibin xwe, çêtir e em qet nêzîkî seksê nebin!“
osmanli seks

Îslam baweriyê bi Erosê tîne û li wan pêwistiyên fîzîkî û ruhî ku bi seksê tên razîkirin, mikur tê. Lê bi awayekî qewîn, rêxistî û di bin çavdêriyê de. Ibn Sîna „Avicenna“ beriya niha bi hezar salî gotiye: „Tepeserkirina arezûyên seksî dibe sedemê derketina nexweşiyên psîkolojîk.“ Ev zanayê mezin yê ola Îslamê alîgirê çêjwergirtin û çêjdana seksî bû û digot: Seks nîmetek e Xweda diyarî mirovan kiriye. Li gor Îslamê, eger mirov xwe ji zewacê vedize, wek karekî xirab û bêrewişt tê hesibandin. Di kelepûra Îslamê de, çend pirtûkên bêperde li ser seksê hatine nivîsansdin, lê piraniya wan jinê wiha nîşan didin wek ku eql û mejiyê wê di navranê wê de be û ji xeynî seks û cotbûnê bi tiştekî din nafikire.

Tevî vê vedîtinê jî, lê Îslamê destûr da jinên ku bi talanî û di şeran de tên girtin „sebaya“ li bazarê bên nîşandan û mafê kiryar hebû ne tenê li hemû endamên laşên wan binere, lê bi ser de jî wek ku mijûlî kirîna ajelekî be, destê xwe bide deverên herî nazik û hestyar ên laşên wan jinan! Sosret e ku di bin desthilata dewleta Îslamê de, li bazaran kiryar destê xwe bidin memikên jinên kolekirî, lê nivîsandina Edebiyata Erotîk wek tabû û qedexe tê wesfkirin. Kirîn û kolekirina jinan li bazarê û cotbûna bi wan re, ku ji destpêka peydabûna Îslamê û heta derketina DAIŞê hatiye pêrewkirin, ji rewakirina laşfiroşiyê zêdetir ne tiştekî din e!

Ti welat bi qasî Pakistanê li hember homoseksualan bêrehm nîne. Lê herwiha bi qasî ku diyardeya homoseksualiyê li wir heye, li ti welatên dinyayê nîne. Li her bajarekî Pakistanê eger Îslama Siyasî bihêz be, kirina seksê bi mirovên hevcins re pir û berfireh e. Li Îranê, li gor lêkolîneke ku di 2009an de hatiye kirin, ji sedî 24 ji jinan û ji sedî 16 ji mêran, seks bi hevcinsên xwe re kirine.

Herçiqasî bi nerîna mizgeftê homoseksualî qedexe ye, lê di cîhana Îslamê de diyardeyeke berçav û beloq e. Li Rojava dijatîkirina homoseksualan belge ye li ser nebûna toleransê. Papayê berê Benedîktê 16emîn digot: Homoseksualî wêrankirina karê Xwedê ye. Lê Thomas Rosica ku vêga berdevkê Vatîkanê ye dibêje: Homoseksual kur, keç, bira, xwişk, hevrê û cîranên me ne!

Rûdaw

About The Author